DîmenNûçeWêne

Biryargeha Navendî Ya Parastina Jinê Bi Merasîmekê Hate Vekirin

Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê bi merasîmeke leşkerî hate vekirin. Di merasîma vekirina Biryargehê de dayîk û malbatên şehîdan, fermandarên QSD’ê, Hêzên Asayîş, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, HPC-Jin, TEV-DEM, Ermen, Suryan, Asurî û herwiha şervan û fermandarên YPJ’ê beşdar bûn.

Di 4. Konferansa YPJ’ê de di çarçoveya jinûve avabûnê de, yek ji biryarên girîng jî avakirina Biryargeha Navendî ya Parastinê Jinê bû. Li ser vê bingehê bi merasîmekê Biryargeha Navendî ya Parastinê Jinê hate vekirin. Piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa azadiyê, merasîma leşkerî destpêkir û di merasîmê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî.

Rohilat Efrîn di axaftina xwe de vekirina Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, tevahî gelan, jinan û şervanan pîroz kir û got: “Di 4. Konferansa YPJ’ê de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî navendîkirina xebatên parastina jinê bû. Li dijî dagirkerî, êrîş û tundiyê pêwîstiya hemû jinan heye ku xwe birêxistin bikin. Divê jin bi zanista parastinê li gel hev bi civin. Pêwîste jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe di qada parastinê de pir xurt araste bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn behsa keda şehîdên şoreşê kir û got: “Di van 13 salan de, ango ji 2011 heya niha bi sedan destanên qehremaniyê hatin jiyîn. Şehîdan bi ked û tekoşîna xwe rê nedan dagirkeran. Her wiha mîraseke mezin ya jinan û şehîdan ava bûye. Divê em jin jî bi vê mîrateyê xwe birêxistin bikin û biparêzin. Di pêvajoya ku em tê re derbas dibin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn di asteke herî jor de tê jiyîn. Li beramberî vê jî pêwîste em jî ‘erka xwe parastinê’ weke erkeke stratejîk bibînin. Bi pêşengtiya jinan divê tevahiya gel li ser bingehê parastinê xwe birêxistin bikin û bi erka xwe rabin. Jixwe 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nêzîk dibe. Pêwîstiya jinan jî ji her demê zêdetir bi zanista jinê heye. Pêwîstî bi zanista parastinê heye. Ger ku zanist, tekoşîn û parastin nebe em nikarin hebûna xwe biparêzin.”

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn rola Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê wiha destnîşan kir: “Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ji bo hemû pêkhateyên bakur-rojhilatê Suriyê û tevahî jinan bi erka parastinê radibe û li ser vê bingehê jî dê di xeta parastina rewa de jinan di bin sîwana parastinê rêxistinê bike. Di vê çarçoveyê de emê danehev û ezmûnên xwe bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin. Emê ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê, berdêl çi dibe bila bibe tekoşîna xwe bilind bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn got: “Li hemberî her cure êrîşên ku ji hundir û derve pêşbikevin, bi taybet jî êrîş, gef û xeteriya çeteyên DAÎŞ, El Nusra û dewleta dagirker ya Tirk ku di demên dawiyê de zêde bûne, em ji her hêlî ve xwe amade dikin ku berxwedaniya xwe ya mafdar û rewa bilind bikin û serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê jî em hemû jinan û gelan vedixwînin eniyên berxwedanê.”

Piştî merasîma leşkerî, şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de dayika Şehîd Jîndar Hemide Kutê û Dayika Şehîd Xebat Tirkmen Xewla Mihemed Mistefa axivîn û vekirina biryargehê li hemû jinan pîroz kirin. Dayikên şehîdan dan zanîn ku dê jin ji her temenekê erka parastina axa welat pêk bînin.

Di berdewamiya şahiyê de peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Paşê koma çandê ya Hîlala Zêrîn bi hunera xwe coşa şahiyê bilind kirin. Di dawiya şahiyê de jî şervanan dîlan gerandin.

Navenda Ragihandina YPJ

21.11.2024

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button