DaxuyanîDîmenWêne

Fermandar Arjîn Pîvana Fermandartiya YPJ yê

Berxwedaniya şervan û gelê Bakûr Rojhilatê Sûrî mohra xwe li dîroka azadiya gelan daye. Tekoşîna mafdar ya gelê me bi pêşengtiya YPJ’ê, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dide. Dewleta Tirk bi komên paramîlîter û çete re ji bo dagirkerina herêmê hemû hebûna xwe kiriye seferber, da ku axa me dagir bike. Lê sekna li eniyên bendava Tişrînê û Pira Qereqozax hemû hesabên dagirkeriya Tirk serûbin kiriye.

Di vê berxwedaniya dîrokî de seknên wêrek û fedayî  azadiya gelê me mîsoger dike. Fermandara me Arjîn Kobanê jî bi îddîa û baweriya mezin li bendava Tişrînê, rê neda xeyalên osmaniya nû û sekna YPJ ya li hemberî hêzên dagriker cardin bi zelalî da diyar kirin.

Fermandar û Hevrêya me Edla Mixarî bi nasnav Arjîn Kobanê di sala 1984’an li bajarê Berxwedanê Kobanê  di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Hevrê Arjîn bi çanda nîştîmanperweriyê mezin dibe, li lewra pîvanên welatparêziyê bi dilek wêrek bi erkên xwe rabûnê dixwaze. Fermandar Arjîn jî bi vê zanêbûn, bîr û baweriyê ya ji azadiya gelan re di sala 2001’an de biryara beşdarbûna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê ku wargeha jinên azad e. Heta sala 2011’an de li çiyayên Kurdistanê ked û tekoşîneke mezin dide û li şîverêyên çiyayên Kurdistanê weke jineke şoreşger li ser pîvanên jina azad kirî welatê azad kiriye dibe xwedî ezmûnên bêhampa.

Sala 2011’an de dema şerê navxweyî yê Sûriyê de ku ew dem diyarkirina çaresûna gelan bû, fermandar Arjîn jî ji bo ku rastiya gelê Rojava ya ku di azadî û serxwebûnê xwedî biryare de cih bigre, berê xwe dide Rojavayê Kurdistan ê. Yekemin di nava xebatên rêxistin kirina ciwanan de cihê xwe digre û ji bo rêxistin kirina ciwanên welat bi risteke mezin radibe û li gelek bajarên cuda yên Rojava kar û xebat didemeşand. Bi pêkhatina şoreşê re di qadên siyasî û rêxistin kirina jin û civakê de li gelek bajarên cuda xebatên stratejîk û girîng de peşengtî kir. Fermandar Arjîn di nava xebatên Şoreşa Jin de tu ferq û cudahî nekir, erk û berpirsiyarên xwe herdem bi zanista xizmet kirina şoreşê pêk anî.

Bi ezmûnên qezenç kir re di nava Yekîneyên Parastina Jin de weke fermandarek jin, bû mînaka fermandareke Birdoziya Rizgariya Azadiya Jin ê. Fermandar Arjîn bi sekna xwe ye dirûst, fedakar û zane bû temsîla kesayeta fermandartiya Yekîneyên Parastina Jin. Hevrê Arjîn gelek şervan li ser birdoziya azadiya gelan û jinan perwerde kir, bi wan şervanên xwe re jî di eniyên şer de cihê xwe girt. Li bendava Tişrînê de bi bîr û baweriya ku wê rûhê berxwedaniya Kobanê serkeftinê bîne şer kir. Fermandar Arjîn pîvanên fermandariya demê di kesayetê xwe de gîhand wateya rasteqîn.

Fermandar Arjîn di dîroka 21’ê Çilê de li sengerên herî pêş yên Bendava Tişrînê li hemberî dagirkeriya tirk heta dawiyê sekna jina egîd temsil kir, bi îddîa û biryardariya serkeftinê şerê dagirkeran kir û bi qehremaniyeke bêhempa tevlî karwanên nemiran bû.

Em di serî de bi taybet ji malbata hêja ya Fermandar Arjîn û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin sozdarê doza Fermandar Arjîn in, ji bo îdeal û xeyalên wê tekoşîna îro li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê tê meşandin wê teqez bi serkeftinê encam bibe.

Nasnameya Hevrê ya me wiha ye:

 

Nav û Paşnav: Edla Mixarî

 Nasnav: Arjîn Kobanê

 Navê Dayik: İda

Navê Bav: Şewket

 Cih û Dîroka Şehadetê: 21.01.2025/Bendava Tişrînê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

24.01.2024

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button