Bi Rihê Berxwedaniya Kobanê Wê Serkeftin Herdem Mîsoger Be

Têkoşîna gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê li hemberî tarîtiya serdemê baweriya gelan ji nû ve zindî kir. Kobanê bi berxwedaniya xwe ya dîrokî bû qiblegeha mirovahiya azadîxwaz. Heqîqeta ku li Kobanê hate jiyîn rastiya gelê şerker û xwedî rûmet bû. Pergala modernîteya kapîtalîst di bin navê DAÎŞ’ê de bi her cûre hovîtiya xwe êrîşî civakê kir. DAÎŞ berhema hêzên kapîtalîst e, weke tarîtî û berbartiya serdemê bi ser gelan ve bû karesateke mezin. Tu hêzê jî nekarî li hemberî vê tarîtîyê bibe parêzvanên ronahiyê. Lê gelê me û şervanên azadiyê bi qehremanî li dijî çeteyên DAÎŞ sekinîn û ew têk birin.
Di sala 2014’an de DAÎŞ’ê bi rênîşandana hêzên derve, bi taybet jî alîkariya yekser ya dewleta dagirker ya Tirkiyê, berê xwe da Kobanê û hovîtiya ku di ti serdeman de neqewimiye, pêk anî. DAÎŞ di herêmên me de êş û trajediyên ku tucar nayên ji bîr kirin, hişt û gelê me rastî qirkirinê hate hiştin. Ya ku li hemberî DAÎŞ’ê bi serket jî îradeya gelê me, îradeya jinên azadîxwaz bû. Di Kobanê de şervanên dilwêrek şer kirin, bê ku pişta xwe bidin tu hêzeke derve. Şervanên vî gelî bi baweriyeke mezin bi derfetên kêm, hemû hebûna xwe danîn holê û wisa parastina gelê xwe kirin. Elbet cîhanê jî ev rastiya gelê me û şervanên wê dîtin, ji bo wê jî li derdora berxwedaniya Kobanê kom bûn. Bexwedaniya Kobanê rûhê yekîtiya gelan ava kir û hemû dilên ku ji bo azadiyê lê didin ji bo parastina rûmetê li hemberî tarîtiyê şer kirin.
Me weke şoreşgerên jin ku bi navê YPJ’ê xwe bi rêxistin kir û her ku diçe hêza me mezintir dibe, li hemberî DAÎŞ’ê têkoşîneke bêeman meşand. Di her kolaneke Kobanê de me destanên efsanewî nivîsand. Her ku DAÎŞ’ê êrîş kir, rastê berxwedêrên leheng yên jin hat. Di Kobanê de pêşengtiya jinan mêzekirina cîhanê ya ji bo jinan jî da guhertin. Hemû jiberkirinên heyî serûbin kir. Sekna jinên leheng û fedayî yên weke Rêvan Rojava, Arîn Mîrkan, Zehra Penaber û Viyan Peymanan bû mînaka wêrekiya jinên ku ji bo azadiyê têdikoşîn û pîvanên azadîxwaziya jinan zelal kirin.
Îro jî şervanên YPJ bi heman rûhê berxwedaniya Kobanê li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozê li hemberî heman fereseta tarî şer dikin û nahêlin yek bihûsteke axa welat were dagirkirin. Berxwedaniya gelê me û yekîneyên parastinê çandeke mayînde ya ku di serkeftinê de bi îdea û biryardar e, afirand. Gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê li kêleka şervanên xwe ji bo parastina destkeftiyên xwe heta dawiyê bi israr e. Îro rastiya li bendava Tişrînê jî tê dîtin, cardin berdêl çi dibe bila bibe israra gelan ya di azadiyê de datîne holê. Şoreşa jinê bi beşdariya hemû netewên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re paradîgmeya Netewa Demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê gihand heqîqeteke jêneveger.
Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cardin diyar dikin ku em di azadî û demokrasiyê de bi israr in. Rûhê berxwedaniya Kobanê rastiya me û gelê me ye. Emê li hemberî her cûrê êrîşên dagrikeriyê bi serkeftina berxwedaniya Kobanê bersiv bidin. Bi wesîleya salvegera azadiya Kobanê, di şexsê şehîd Arîn, Rêvan, Viyan, Medya û Zehra de hemû şehîdên di vê berxwedanê de canê xwe feda kirin û berxwedana gelê xwe û şoreşgerên azadîxwaz dubare bi bîr tînin û silav dikin. Em şopdarê şehîdên xwe ne. Emê ji bo mîsogerkirina azadiyê heta hênaseya xwe ya dawî têbikoşin.
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
25.01.2025