DîmenNûçe

Hevdîtina Parlementer û Şaredarên Fransî û Îtalî bi YPJ’ê Re

Şandeyek ji parlementer û şaredarên Fransî û Îtalî serdana YPJ’ê kirin. Di serdana ku di 24’ê Çile de pêk hat, ji gelek welatan rojnamevan jî amede bûn. Di derbarê rewşa dawî ya heremê pirs û bersiv pêşketin û nirxandinên girîng hatin kirin.

Hevdîtina şandeya parlementerên û şaredaran Fransî û Îtalî bi fermandarên YPJ’ê re, li ser bingeha nîqaşkirina geşedanên dawî û rewşa heyî ya li Sûriyê û heremê rû didin, pêk hat. Di hevdîtinê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, berdevka fermî ya YPJ’ê Ruksen Mihemed û endamên konseya leşkerî ya YPJ’ê Lana Hisên, Destîna Heleb û Samar Hesekê û Endama Pêwendiyên Derve ya YPJ’ê Rûxweş Efrîn jî amede bûn. Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di serî de bi xêrhatina şandeya parlementerên Fransî û rojnamevanan kir û paşê rewşa dawî ya li herêmê bi berfirehî nirxand. Rohilat Efrîn bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê û herwiha salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê, nirxand û got “Kobanê şer û berxwedaneke mezin bû ku hemû cîhanê dît. Gelê me yê Efrînê du caran bi koçberiyê û metirsiyên mezin re rûbirû ma”.

Fermandar Rohilat Efrîn şerê ku niha li Pira Qereqozax û bendava Tişrînê bi dijwarî dimeşe anî ziman û rola hêzên parastinê bi taybet rola YPJ’ê vegot û bal kişand ser berxwedana şervanan.

Di berdewamiya hevdîtinê de ji hêla parlemeter û rojnamevanan pirs hatin pirsîn. Pirsa bingehîn ya rojnamevanan ew bû ku “Di Sûriyeya nû de cihê hêzên parastinê QSD û YPJ wê çawa be û wê bandoriyeke çawa bide çêkirin?”

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn bersiva pirsan da û got: “Hêzên me hem rêxistinkirî ye, hem jî perwerdekirî ye û di gelek waran de tecrûbeyên xwe çêbûye. QSD’ê jî dikare bi rengekî berfireh tecrûbeyên xwe li ser artêşa nû ya Sûriyê zêde bike û wiha bandoriya xwe çêbike.” Fermandar Rohilat Efrîn bi taybet li ser cihgirtina YPJ’ê di pergala artêşa Sûriyê de rawestiya û got ku “Ev vê yekê girîng û pêwîst dibînin ku YPJ di wezareta parastinê ya Sûriyeya demokratîk de cih bigre û rola parastina civak û jinan di asta Sûriyê de pêk bîne.” Hevdîtin bi pirsên curbecûr û bersivdayînê bi encam bû. Şandeya parlementer, şaredar û rojnamevanên ku amedebûn spasiya xwe ji fermandariya YPJ’ê re ragihandin. Di heman demê de Rohilat Efrîn bi navê fermandariya YPJ’ê ji ber serdana şandeyê kêfxweşiya xwe da diyarkirin.

Navenda Ragihandina YPJ’ê

25.01.2025

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button