DîmenNûçe

Şandeyek Ji Jinên Rewşenbîr û Aktîvîstên Îtalya Serdana YPJ Kir

Şandeyek ji jinên rewşenbîr û siyasetmedar ji welatê Îtalya, bi fermandarên YPJ’ê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de mijarên di rojevê, rola jinan ya di avakirina Sûriyeya nû û girîngiya têkoşîna hevbeş ya jinan di asta cîhanê de hate bidestgirtin.

Şandeya jinên Îtalya ji lêkolînera zanîngehê û aktîvîsta siyasî Roberta Ferrari, rojnamevan Anna Irma Battino, mamosteya zanîngehê ya beşa lêkolînên civakî û tevgerên civakî Federica Giardini û endezyara mîmarî û endama tevgera civakî ya antî mîlîtarîst Virginia pêk hat. Şandeya jinan ji hêla Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, fermandara Meclîsa Parastina Hêzên Xabûr-Aşûrî ya Jin Hêwî Dixabûr, Endamên Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Destîna Heleb û Sema Hesekê, herwiha Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ve hate pêşwazîkirin. Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn xêrhatina şandeyê kir. Paşê şandeyê di derbarê YPJ’ê de mijarên ku mereq dikirin û dixwestin agahdar bibin, pirsin. Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn pirsên şandeyê bi berfirehî bersvand û di nirxandina xwe de diyar kir ku “Cihê ku civak perçe bibe, azadî nebe, wekhevî û demokrasî nebe, li wir pêwîstiya yekemîn bi parastinê heye. Ev rêgez ji civaka xwezayî ve di nava civaka mirovatî de heye û dê her jî hebe. Çawa ku gul xwe bi sitriyan xwe diparêze, jin jî bi rêgezên xwe parastina xwe dike.”

Di berdewama hevdîtinê de rewşa dawî ya Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad û di heman demê de êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wî ve li ser heremê didome, hate bidestgirtin. Rohilat Efrîn êrîşên bi hedefa tunekirina pergala bakur-rojhilatê Sûriyê, wek êrîşên li ser şoreşa jinê û nirxên mirovahiyê nirxand û diyar kir ku di kesayeta jinê de pergala netewa-demokratîk tê hedef girtin. Rohilat Efrîn got “Berxwedaniya ku bi pêşengtiya YPJ bi taybet li bendava Tişrîn, pira Qereqozaxê û Dêr Hefir tê meşandin efsaneyeke dîrokî ye. Berxwedaniya şervanan hêz dide gelên heremê. Ji bo têkoşîna jinan jî dibe çavkaniya hêz û vîneke mezin. Îro gelên heremê bi ruheke bilind ya Şerê Gel ê Şoreşgerî pêl bi pêl diherikin bendava Tişrînê. Ev yek nîşaneya serketina projeya netewa-demokratîk e.” Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn girîngiya yekîtiya gelan, bi taybet jî hevgirtina jinan di asta cîhanê de bi dest girt û diyar kir ku “Yekîtiya gelan ku li heremê mîsoger dibe, derbeyek mezin li hêzen dagirker dixîne. Yekîtiya jinan darbeya mirinê li pergala zilamsalar û dagirker dixîne.”

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn girîngiya rêxistinkirina pergala parastinê jî nirxand û got: “Em amade ne li kuderê jinek hebe, ji bo pêşxistina jinan xebatên rêxistinkirinê bidin meşandin. Ji ber ku jin divê bêyî parastin nemîne û di her qadê de li beramberî her cure nêzîkatiyên baviksalar xwe biparêze. Di Sûriyeya nû de jî ji bo em destkeftinên jinan biparêzin û mayînde bikin xebata xwe bidomînin.”

Di dawîya de şandeyê kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê anî ziman û dane zanîn ku wê diyaloga xwe bi YPJ’ê re bidomînin.

Navenda Ragihandina YPJ

11.02.2025

 

 

 

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button