Şoreşa Jin Jiyan Azadî Têkbirina Komploya 15’ê Sibatê Ye

Komploya navdewletî ya li dijî Rêber APO pêk hatî 26 salên xwe tejî kir. Di serî de em roja qirkinê ya 15’ê Sibatê û tevahî hêzên komploger şermezar dikin. Em berxwedana bi rûmet a Mirovê Azad, hevrêyê dilsoz ê jinan Rêber APO bi rêzdarî silav dikin. Her wiha em hemû şehîdên rêya ronahî û azadiyê bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li beramber lehengiya wan ditewînin.
Komploya 15’ê Sibata sala 1999’an dihate wateya têkbirina yekane pergala alternatîf a îradeya azad û sosyalîst. Wek ku Rêber APO jî dinirxîne, bi komplo re mûdaxeleya li dijî herêma Rojhilata Navîn hate destpêkirin. Di roja me ya îro de pir eşkere bûye ku ev komplo beşeke esasî ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîne û jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Di vê wateyê de komploya navdewletî bi hedefkirina Rêber Apo re, tewaneke giran a dîrokî li dijî gelê Kurd, xeta jina azad û li dijî hemû gelên azadîxwaz e.
Pergala kapîtalîst ji şerê cîhanê yê yekemîn heya niha hewl dide herêma Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dîzayn bike. Bi vê armancê nexşeya Rojhilata Navîna hate guhertin. Netew-dewletok çêkirin, jehra netewperestiyê li herêmê belav kirin. Lê di encamê de hem pergala wan a netew-dewlet li tevna Rojhilata Navîn nehat, hem jî bi serdema fînansa kapîtal re pêwîstî bi pergalên netew-dewletê nemaye û wek astengî têne dîtin û derbaskirin. Lê astengiya herî mezin li pêşiya kapîtalîzmê çanda Rojhilata Navîn a komunal ya exlaqî û polîtîk e. Nirx û pîvanên vê çandê temsîla xwe ya siyasî, rêxistinkirî bi pêşengiya Rêber APO di tevgera azadiyê de dibîne. Lewre komploger jî di yekemîn pêngavê de êrîşê Rêber APO kirin. Lê Rêber APO bi pêşdîtina xwe ya kûr bi awayekî zelal planên komployê yek bi yek analîz kir û ji bo ev komplo vala derkeve, vebijêrka çareseriya netewa demokratîk danî holê.
Di salvegera roja reş a 15 Sibata îsal de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê bê navber dewam kirin. Li Rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûriyê, ji roja hilweşandina rejîma Baas heya niha êrîşên pir dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tên. Ev êrîş li eniyên cengê yên bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê rastî berxwedana bêhempa a şervanên me yên YPJ, YPG û QSD tê. Her wiha gelê me fedekarî û sekneke bi rûmet raber dike. Di esas de dewleta Tirk ji bo ku projeya netewa-demokratîk a ku ji hêla Rêber APO ve hatiye pêşxistin û li bakur-rojhilatê Sûriyê bi sîstem bûye, derbasê tevahiya Sûriyê nebe, ango Sûriye demokratîk nebe, ketiye nava hewldanên pir-alî. Rêber APO jî çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk, siyasî û qanûnî weke mifteya demokratîkbûna Rojhilata Navîn digre dest û bi israr bal dikşîne ser xeteriya domandina şerê qirkirin û dagirkeriyê.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ em careke din dest nîşan dikin ku emê heya dawî xwedî li projeya Rêber APO ya netewa demokratîk derkevin. Di serî de jin hemû pêkhateyên Sûriyê li ser bingehê çareseriya demokratîk dikarin Sûriyeke azad û wekhev ava bikin. Weke YPJ emê têkoşîna xwe bi vê armancê mezintir bikin û bi awayek xurtir beşdarî pêngava azadiya Rêber APO bibin. Ev pêngav li tevahî Kurdistan û cîhanê belav bû, dost û têkoşerên enternasyonal gelek xebatên bi nirx dan meşandin û encamên dîrokî derketin holê. Ev yek nîşan dide ku paradîgamaya Rêber APO tevahî sînor derbas kirin û bû hêviya hemû jinên cîhanê û tevahî netewan. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hemû jinan dikin ku bi awayek xurtir tevlê pêngava; “Ji Rêber APO re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bibin.
Em dubare komploya navdewletî ya bêbext ku şoreşa Jin, Jiyan Azadî, şoreşa gelan hedef dike, bi tundî şermezar dikin. Em soz didin ku emê li ser xeta Rêber APO, girêdayî bîranîna şehîdên xwe yên bi rûmet bin û têkoşîna jina azad û civaka demokratîk teqez bigihînin serkeftinê. Paradîgmaya Rêber APO dikare mirovahiyê ji tarîtî û qirkirinê xilas bike. Azadiya Rêber APO wê bibe azadiya hemû gel û jinan.
Bijî Rêber APO
Jiyan, Jiyan, Azadî
Fermandariya Giştî ya YPJ
14 Sibat 2025