Nûçe

4 Kesên Gumanbar Hatin Binçav Kirin

Li bajarê Hesekê 4  çekdarên gumanbar  ji aliyê tîmên taybet yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve bi operasyoneke taybet hatin  girtin.

YPJ, ji bo aramî û ewlehiya herêmê bêrawestan di nava liv û tevgerê daye.  Yekîneyên me di çarçoveya lêkolîn û agahiyên ku bi destxistin da 18’ê Sibatê seet 10’ê şev li  çerxerêya îtfayê ya bajarê Hesekê  operasyonek taybet  li darxistin û di encamê de 4 kesên çekdar ku hate şik birin ku wê aramiya herêmê xirab bikin, ji aliyê tîmên taybet yên YPJ ve hatin binçav kirin. Di heman demê de di encama çalakiyê de 5 çekên AK-47 jî hatin desteser kirin. Lêpîrsîna berfireh ya kesên ku hatine binçav kirin didome.

 

Navenda Ragihandina YPJ’ê

                                                                                   20.02.2025

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button