
Jyoti Fernandes berpirsa Sendîkaya Yekîtiya Cotkaran, Aktîvîst û rojnamevan Mollie Wallace, Amy Gardiner û Heather Sweeney serdana YPJ’ê kirin.
Şande ji aliyê Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn, Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Semîra Ehmed û Endama Pêwendiyên YPJ’ê Lena Huseyîn û Berpirsa Ofisa Parastina Jinên Sûryan Nur Sûryan ve hatin pêşwazîkirin. Fermandarên YPJ’ê li ser gêşedanên siyasî yên Sûriyê û herêmê, rewşa jinan û metîrsiyên li ser pêşeroja jinan nîqaş kirin. Şandeya jinan di derbarê tekoşîn û ezmûnên ku YPJ’ê bidest xistiye de pirs ji fermandarên YPJ’ê kirin.
Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn di destpêka hevdîtînê de xêrhatina şandeyê kir û balkişand ser mîrateya tekoşîna jinan ku ji Clara Zetkîn û Jeanne d’Arc heta roja me îro didome. Rohilat Efrîn girêdana dîrokî ya di navbera tekoşîna azadiya jinê bi têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re wiha vegot: “Di dîroka azadiya jinê de gelek tevger ango jinên pêşeng ji bo mafê jinan tekoşin kirine. Em elbet nikarin tekoşîna ku îro YPJ dide meşandin, ji dîroka berxwedaniya jinên cîhanê qut bigrin dest. Di nava van salên şoreşê de YPJ’ê di nava civaka bakûr-rojhilatê Sûriyê de di warê feraseta azadiyê û şikandina zayendperestiyê de guhertinên berbiçav çêkirin. Bi taybet jî cihgirtina jinan di nava yekîneyên parastinê de hêzeke mezin da pergala Rêveberiya Xweser. Di van demên dawî de hîn zêdetir vekirî hate dîtin ku bi hilweşîna rejîma Bees re, pergala ku karî xwe li herêmê li ser piyan bigre pergala Rêveberiya Xweser e. Di vir de jî roleke sereke jin dileyîzin. Jinan hem di eniyên şer de hem jî di eniyên ji nû ve avakirin û rêvebirina civakê de berpirsyartiyêke mezin dane ser milên xwe. Bi kurtî dema ku civak bi hêza xwe bawer be, tu hêz nikare îradeya wê civakê tune bike. YPJ îro îfadeya îradeya jinan û gelan dike.”
Bi hilweşîna rejîma Bees re feraseta cîhadîst ya HTŞ herî zêde jî ji bo jinan cihê metîrsiyê ye. Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di vê mijarê de diyar ku kiryarên feraseta cîhadîst di derbarê pêşeroja jinan de fikaran dide çêkirin û wiha berdewam kir: “Ev pêvajoya ku em di nav re derbas dibin, demên guhertin û veguhertinê ne. bêguman ji bo jinan û destkeftiyên wan ku ava kirine metîrsiyek heye. Hukûmeta Ehmed El Şara îro temsîla ferseta cîhadîst dike. ji ber wê jî civak nikare bi pêşerojeke bi ewle bawer be. Mînaka vê ya herî berçav jî Kongreyek bi navê ‘Zaferê’ lidar xistin. Lê di nava avahiya kongrê de jin beşdar nekirin û ev jî peyameke zelal e ku jin di nava pergala rêveberina dewletê de tune tên hesibandin. Cardin kujerên Şehîd Hevrîn Xelef di nava vê kongreyê de amade bû. Di nava artêşa HTŞ hebûna çekdarên weke Çecen, Ozbek û gelek welatên cuda jî xeteriyeke din e ku xwe rêxistinkirina hêzên cîhadîst nîşan dide. Gelek bûyerên şênber hene ku cardin dixwazin pêşerojeke tarî li ser jinan ferz bikin. Weke mînak li zanîngeha Helebê cilên reş li xwe kirinê ferz dikin û vê jî bi zimanên jinan didin gotin. Wiha jî dixwazin vê kiryara antî demokratîk meşrû bikin. Bêguman li hemberî van nêzîkatiyên paşverû ji herdemê zedetir pêwîstiya jinan ya xwe rêxistinkirinê heye. Dewlet û feraseta wê, pêşengtiya jinan tucar qebûl nake. Lê emê weke YPJ’ê tekoşîn û ezmûna di nava van salan de hatiye afirandin, hîn zêdetir bikin malê jinên Sûriyê.”
Şandeyê ji bo YPJ wêneyên jinên tekoşer yên cîhanê weke diyarî anîn, fermandarên YPJ jî ji bo endamên şandeyê kefiyeyên koçerî ku weke sembola YPJ’ê tên nasîn diyarî dan.
Şandeyê ji ber pêşwaziyê spasî li fermandariya YPJ kirin û diyar kirin ku ew bi vê hevdîtinê pir kêfxweş bûne û derbarê pêşketin û rûdanên li herêmê, bi taybet jî rewşa jinan, di pir aliyan de hatin agahdarkirin.
Navenda Ragihandina YPJ
27.02.2025