
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) cejna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi merasîmeke bi heybet ya leşkerî pîroz kir.
8’ê adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahiya bakûr-rojhilatê Sûriyê ji destpêka adarê ve, bi şahî û merasîmên cûrbecûr tê pêşwazîkirin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî ji bo pîrozkirina vê rojê, merasîma leşkerî û pîrozbahiyeke bi coş lidar xist. Di pîrozbahiyê de fermandar û şervanên YPJ’ê, Yekîneyên Jinên Ermen û Hêzên Jin ên Parastina El Xabûr, HPC-Jin û Asayîşa Jin amade bûn. Herwiha nûnerên rêxistinên jinan ên bakur-rojhilatê Sûriyê; Yekîtiya Jinên Êzidî, Meclîsa Jinê ya bakur-rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Kongreya Star, Kombûna Jin a Zenûbya, Rêveberiya Xweser û gelek mêvan jî beşdarî şahiyê bûn.
Cejna 8’ê Adarê bi merasîma leşkerî destpê kir. Di merasîmê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî û Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, hemû jinên têkoşer, bi taybet jî berxwedêrên eniyan pîroz kir. Fermandar Rohilat Efrîn şehîdên şoreşa azadiyê û hemû jinên ku di dîrokê de ji bo maf û azadiyê li dijî dagirkerî, zilim û serdestiya zilam li berxwe dane, di kesayeta Clara Zetkin heya Sakîne Cansiz bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku ewê hemû rojan bikin 8’ê adarê û wê têkoşîna xwe bi mîrateya van jinên leheng, di astên bilindtir de bimeşînin.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn berxwedaniya ku ji hêla şervanên YPJ li bendava Tişrîn, Qereqozaq û Dêr Hafirê tê meşandin, nirxand û got: ‘‘Em dikarin bêjin ku rengê 8’ê Adarê bi çanda berxwedaniya bendava Tişrînê gihîştiye lûtkeya xwe. Gelê me û tevahî jinan rêya xwe hilbijartine, ew jî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.” Rohilat Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser peyama dîrokî ya Rêber Apo û got: “Bi peyama Rêber Apo re careke din ruhê hemû cîhan û jinan zindî bû. Banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ hişt ku hemû gel, jin û cîhan careke din li derdora paradîgmaya Rêber Apo ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’ bicivin.” Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn rewşa niha ya li Sûriyê jî nirxand û got: “Bi hilweşîna rejîma Bees ya netewperest re desthilata Şamê bi zîhniyeta cîhadîst û selefî dixwazin li ser Sûriyê serwer bibe. Çawa ku ewqas sal rejîma Bees rê ji maf û îradeya jinê re venekir, xûyaye ev desthilata nû ku bêyî îrade û dengê gelan û jinan xwe desthilat îlan kir, wê heman rêbazên zayendperest li ser civak û bi taybet jinê bimeşîne. Elbet li hemberî vê yekê ev sê mehin têkoşîneke mezin di warê leşkerî, civakî û siyasî tê meşandin.” Fermandara Giştî ya YPJ’ê di dawiya axaftina xwe de îşare bi ruhê berxwedêr ya YPJ kir û got: “Me weke hêzên parastinê 13 sale ast û helwesta xwe li dijî dagirkerî û zordariya zilamsalariyê diyar kir, ji vir pêve jî ji bo hemû gel, pêkhate û jinan, li dijî her cure êrîşan helwesta me wê parastin be.”
Piştî merasîma leşkerî, şahiya 8’ê Adarê bi bernameya pir-reng ya komên stran û folklorê ya Hîlala Zêrîn bi coşeke mezin dewam kir. Ji hêla Kombûna Jinên Zenûbiya û Kongreya Star ve jî diyarî pêşkêşî Fermanariya YPJ hate kirin. Şahiyê bi gerandina dîlanê û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
08.03.2025