Yekîneyên Parastina Jinê 8’ê Adarê bi Rêzeçalakiyan Pêşwazî Kirin

Li Bendava Tişrînê Yekîneyên Parastina Jinê di 7’ê Adarê li dijî çeteyan rêzeçalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de darbeyên giran li çeteyan hate xistin.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li eniya Bendava Tişrînê Gundê Qeşlê nêzîk Sûryatel seet 4’ê siharê dema ku komeke çete li malekê bi cih bûn, mayîn teqandin û di encamê de 6 çete hatin kuştin.
Seet 1’ê nîvro jî çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyan hate pêkanîn. Di vê çalakiyê de motora çeteyan hate hedefkirin û 2 çete hatin kuştin. Dema ku çete xwestin kuştiyên xwe rakin, wesayîta wan ji hêla Yekîneyên me ve hate darpkirin.
Seet 3’ê jî Yekîneyên me yên Şehîd Ronahî Yekta li wesayîta çeteyan ya bi marqaya Megzemîn xistin û li vir jî 2 çete hatin kuştin.
Bi giştî di van çalakiyan de 10 çeteyên dagirker hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Em wek YPJ diyar dikin ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ruhê berxwedanvanên 8’ê Adarê, emê li dijî her cure dagirkerî, komkujî û zayendperestiyê bênavber têkoşîna xwe bidomînin. Li ser bingehê parastina rewa, gelên xwe û jinan biparêzin.
Navenda Ragihandina YPJ
08.03.2025