
Şandeyekê ji Kanada, Îrlanda û Emerîka serdana YPJ kir. Şande bi fermandarên YPJ’ê re êrîşên ku li ser heremê û li hemberî van êrîşa sekna jinên têkoşer nîqaş kirin
Bi paradîgmaya demokratik, ekolojîk û azadiya jinê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi pergala netewa demokratîk bi pêşengiya YPJ’ê tê jiyîn. YPJ bûye çavkaniya jinên azadîxwaz ku ji hemû deverên cihanê serdena Bakur-Rojhilatê Sûriyeye tê kirin. Şandeya ku ji welatên Kanada, Îrlanda û Emerîka ye serdana YPJ kir. Di şandeyê de rojnamevan, mamoste, parêzer û gelek çalakvanên jin cihê xwe digirtin. Şande ji aliyê ji fermandarên YPJ’ê Viyan Adar û ji endamên konseya leşkerî ya YPJ’ê Destîna Heleb, Kurdistan Koçer û endama meclisa Ermeniyan ji aliyê Talin ve hatin pêşwazî kirin.
Di hemû ware jiyanê de pêşengiya YPJ
Endama pêwendiyên derve Viyan Adar derbare rol û mîsyona YPJ’ê bi şandeye re axivî û wiha got: “Ji bo jiyanekê wekhev û azad em bênavber çardeh sal têkoşînekê dijwar didin meşandin. Hemû jin û pêkhateyên ku li heremê cihê xwe di nava vê têkoşînê de digrin di heman demê de parastina welate xwe dikin. Bi taybetî YPJ di qada sîyasi, dîplomasî û leşkerî de pêşengî ji civakê re dike”.
Viyan Adar di berdewama axaftina xwe de balkişand êrîşên li ser heremê û li hemberî êrîşan berxwedana dirokî a şervanan anî zîman: “Fermandar û şervanên YPJ’ê di bendava Tişrîn, pira Qereqozax û Dêr Hafirê de şerêke dijwar didin meşandin, berpirsiyariyên giran radikin û pêşengtiya şerê dirokî dikin. Taybet jî li bendava Tîşrînê berxwedana gel û şervanan bû nûmîneyekê şerê gelê şoreşgerî. Ji bo parastina ax, av û welatê xwe yekbûna gel û şervana têkoşineke muazzam derdixe pêş û moralekî mezin dide ava kirin.”
Bandora Bendava Tîşrînê li ser Irak
Endama pêwendiyên derve ya YPJ’ê Viyan Adar êrîşên li ser bendava Tîşrînê û xeteriya rûxandina bendava Tîşrînê wiha nirxand: “Dewleta tirk a dagirker û çeteyên giredayî wan bi rojane êrîşî bendevê dikin. ev êrîş li ser rûxandina bendevê metîrsiyakê mezin avadike. Ev xeteriyekê mezin li ser Irak jî ava dike. Rûxandina bendavê bandorekê mezin wê li ser Iraq’ê jî bike. Ji bo ve jî parastina bendevê bi qasî erka me ye, erka Iraq jî ye. Iraq pewîste van xeteriyan bibîne.”
Navênda Ragihandina YPJ’ê
01.04.2025