
Şandeyekê ji Kanada, Ispanya û Katalonyaye serdana YPJ kir. Şande bi fermandarên YPJ’ê re têkoşîna YPJ û li ser nêzîkatiyên desthilatiya Suriye û feraseta şeriate li diji jinan nîqaş kirin
Li Bakur û Rojhilatê Suriye jin bi pergala netewa demokratik peşengî ji civakê re dike. Ji bo jiyanekê wekhev û azad tekoşîna jinên Bakur û rojhilatê Suriye bala hemû deverên cihanê dikşîne. Gelek jinên sosyalist û çalakvanan jin ji bona ve têkoşînê nas bikin serdana Bakur û Rojhilatê Suriyeye dikin. Şandeyekê ji Canada, Ispanya û Katalonyaye serdana Bakur û Rojhilatê Suriyeye kir. Şandeya ji sekreteryaya parastina mafe mirovan, berdevka konfederasyona jine, yekitiya mafe karker û civaki, parlemantera endama rexistineke anti-kapitalist û gelek parêzeran pêk dihat, serdana YPJ kir. Şande ji aliyê Fermandara Giştî a YPJ’ê Sozdar Derik, Endamên Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Destîna Heleb, Berpirsa Parastinê İsra, Endame meclise Ermeniyan Talin ve hat pêşwazî kirin. Şandeyê di derbarê YPJ’ê de mijarên ku mereq dikirin û dixwestin agahdar bibin, pirsîn û derbarê têkoşîna jinan a li hemberî feraseta baviksalarî bi fermandarê YPJ re nîqaş kirin.
‘ Jin bi têkoşîne re azadiye dihese ’
Fermandara YPJ’ê Sozdar Derik xêrhatina şandeyê kir û wiha axavî: “Em bi hemû jin û pekhateyên ku li heremê jiyan dike dinava danûstenidene. Taybet wek jin em dixwazin hemû pêkhateya nas bikin û têkoşîna xwe bidin nas kirin. ji ber ku têkoşîna me di nava xwe de hemû azadiya jinan û netewan dihewîne. Her wiha jin nasnameya xwe ya azadiyê dihese û ji bo azadiya xwe dikeve nava legerînê.”
‘Em rê nadin Suriye bibe Afganîstan’
Di berdewama hevdîtinê de li ser geşedanên li Suriyeye û li hemberî feraseta şeriate têkoşîna jinan hate nîqaş kirin. Li ser ve mijarê Sozdar Dêrîk wiha Nirxand: “ Em wek jin li dijî feraseta netewperestî û şeriate ne. Em feraseta yek netew, yek ol, yek ziman, yek fikir û yek mezhep qebûl nakin û li dijî wê têdikoş in. Deshilatdariya Baas’ê feraseta netewperestî ser gelan ferz dike her wiha di roja me de jî deshilatdariya heyî feraseta şerîatê ser jinan dide ferz kirin. li Afganistanê feraseta şerîate tê meşandin û em nahelin Suriye bibe Afganistan. Em li dijî ve feraseta şerîatê dibejin feraseta Netewa demokratîk ji bo jiyanekê aramî û ewle derbasdar e.”
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik di nîqaşa şandeye de axaftina xwe wiha dawî kir: “ îme ji bo civakêk azad û wekhev têkoşîna xwe ya siyasî û çekdarî di her warî de bide meşandin. Em dixwazin hemû jin û pêkhateyên li heremê jiyan dikin, li ser modela herî rast ya suriyeye çiye? Nîqaş dikin. Bi taybetî ji bo di destura nû ya Suriye de modela rêxistinbûna jin, Kongre Star û Zenobya xebatên hevbeş dimeşînin. Her wiha di Sûriyeya nû de ji bo em destkeftinên xwe biparêzin û mayînde bikin emê xebatên xwe her bidomînin.”
Navenda Ragihandina YPJ’ê
03.04.2025