DaxuyanîDîmen

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Di van demên dawî de, hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de, herêma me rastî gelek pêşketin û rûdanan hat. Ev pêşketinên heyî derfet da şaneyên DAIŞ’ê ku liv û tevgera xwe zêde bikin û kiryarên terorîstî pêk bînin. Her wiha sûdê ji valahiya ku li hin deverên Sûriyê hene, bigrin. Li ser vê bingehê, DAIŞ gelek çalakiyên terorîstî li dijî sivîlan û hêzên me yên leşkerî pêk anî. Di heman demê de hewldana leşkerkirin û ji nû ve rêxistinkirina xwe zêde dike.
Kampa Holê yek ji cihên sereke ye ku rêxistina terorîst DAÎŞ hewl dide xwe bighînê.
Di van demên dawî de, li kampê hewildanên dubare yên şaneyên DAIŞ’ê ji bo revandina malbatan pêşketin. Her wiha bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin.
Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ’ê tê de dijî, rewşeke awarte nîşan dide. Ew weke fitîla karesateke niha û pêşerojê tê dîtin, nemaze ji ber nebûna çareseriyên bingehîn ji aliyê civaka navdewletî ve ku barê giran li ser Rêveberiya Xweser dihêle. Ev yek bi taybetî piştî ku piştgiriya navneteweyî ji kampê re qut bû, rewşeke bê îstiqrar çêkir û astengî û kêşeyên mirovî û ewlehî zêde kir.
Ji kesî nayê veşartin ku DAIŞ gelek caran hewil daye hişmendiya xwe ya tundrew di mejiyê zarok û ciwanên kampê de bi awayekî rêxistinkirî ferz bike. Her wiha navendên rêxistinên mirovî yên di nava kampê de jî rastî gelek êrîşên wan hatin.
Li ser vê bingehê û ji bo ku ev teror negihêje armancên xwe, hêzên me di dem û cihên cuda de li dijî şaneyên DAIŞ’ê bi dehan operaseyonên pêşîlêgirtinê li dar xistine.
Ji bo wê, li gor prensîbên xwe yên mirovî û leşkerî û di berdewamiya xebatên xwe yên li dijî terorê, wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD em operasyona ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Hol û derdora wê radigihînin.
Ev operasyon li ser esasê agahiyên rasterast ên ku ji aliyê hêzên me yên ewlekariyê ve hatine tespîtkirin, derbarê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAIŞ’ê li hundir û derveyî kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê û derdora wê têk bibin, pêk tê.
Bi vê operasyonê re em careke din israr û pabendbûna xwe ya bi nirxên mirovî û berdewamiya hewldanên xwe yên ji bo jinavbirina jêderên terorê yên ku ewlehiya gelê me û cîhanê dixe metirsiyê dubare dikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundurîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

18.04.2025

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu