DîmenNûçe

Avînar Dêrik: Daîş Li Dijî Sivîlan Çalakiyên Teroristî Pêk Tîne

Endama Konseya Leşgerî ya YPJ’ê Avînar Dêrîk balkişand li ser xeteriya jinûve bi hêzbûna DAIŞ’ê û wiha got: “Xeteriya DAIŞ’ê ne tenê li ser herêmê li ser tevahi cihanê ye. Gelek caran bangawazî ji aliye me ve ji bo xwedî derketina van kampan çêbûye. Welatên ku welatiyên wan yên DAIŞ’î jî di nava van kampan de cih digrin hene, lê ruxmê hemû bangawaziyên me van welatan xwe ji vî alî ve berpirsyar nê dîtin.

Li dijî liv û tevgerên şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro operasyona ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Hol û derdora wê bi daxuyaniyekê ragihand. Ev operasyon berdewamiya operasyona kampa Roj’e û dijî şaneyên veşartî yê DAIŞ’ê ye. Di derbarê armancê vê operasyonê de endama konseya leşgerî ya YPJ’ê Avînar Dêrîk ji malpera me re axivî.

‘Êrîşên Dewleta Tirk a Dagirker ji Hişmendiya DAIŞ’ê ne Qut e’

Endama Konseya Leşgerî ya YPJ’ê Avînar Dêrîk da diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zemîna rêxistin kirina DAIŞ’ê xurttir dike û wiha got: “Ev operasyona ku îro me ragihand  berdewama operasyona kampa Roj a pencê Nîsanê destpêkiriye. Şerê ku vê dawiye li tevahi Suriye rû da pêvajoyekê pir giran û dirokî bi xwe re anî. Ev şer şerekê hebûn û tunebûnê ye. Di nava  pêvajoya ku rejîma Sûriye hilweşiya û êrîşên çeteyên Tirk û HTŞ’ê pêkhatî valahiyek ava bû û DAIŞ’ê xwast ji vê valahiyê sudwer bigre û xwe jinûve rêxistin bike.  Ji xwe êrîşên dewleta Tirk ya dagirker jî ji vê hişmendiye ne qut e.”

‘DAIŞ bi ideojiya xwe ya cîhadîst zarok û ciwanan perwerde dike’

Avînar Dêrîk derbarê buyerên ku li kampa holê diqewimê de van agahiyan parve dike: “Derbarê agahiyên ku digihejin destên me, DAIŞ bi îdeojiya xwe ya cîhadîst re zarok û ciwanan perwerde dike. Kesên ku li kampê îdeolojiya DAIŞ’î napejirînin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Heman demê DAIŞ gefa kuştinê li wan dike. Me ev operasyon li dijî çalakiyên terorîstî yên ku beramberî sîvîl û hêzên me ji aliye şaneyên DAIŞ’î ve pêkte da destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ve ev operasyon tê meşandin. Bi salaye em di nava şerekî giran de ne. Me li dijî çetêyên hov yên DAIŞ’ê bedelên giran dane. Armanca vê operasyonê jî ewe ku ev hişmedî cardin li vê erdnigariyê dubarê neye jiyan kirin û xwe rêxistin neke.”

‘Cihan xwe li hemberî DAIŞ’ê berpisiyar nabînê’

Endama Konseya Leşgerî ya YPJ’ê Avînar Dêrîk diyar kir ku pêwîste li dijî rêxistinkirina DAIŞ’ê giştî mirovahî xwe berpirsyar bibîne û wiha dawî kir: “Wek hêzên YPJ’ê û QSD’ê  ruxmê hemû şert û mercen zehmet em têkoşîna xwe lî hemberî DAIŞ’ê dîdomînîn.  Lê ev berpirsyarî ji herkesê tê xwestin. Ji ber xeteriyên DAIŞ’ê ne tenê li ser herêmên Surîye li ser tevahi cihanê ye.  Em bi van operasyonan erk û berpirsyartiyên  xwe yên  mirovî û dirokî dubare pêk tînin.”

 

  Navenda Ragihandina YPJ’ê

    19.04.2025

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu