
Bakur û Rojhilatê Suriyê bi jiyana xwe ya kominal, pir bi rengbûna xwe ve dibe çavkaniya legerivanên azadîxwazan. Ji ber kaos û kriza pergala netew dewletê alternatifa wê ya modela netewa demokratik a li Bakur-Rojhilatê Suriye ji bo nasbikin rojanê kes û rêxistinên ji welatên cuda serdanan dikin. Yek ji wan serdana, serdana şandeya ji welatê Arjantîn û Meksika ye. Di nava şandeyê de ji endamên tevgera feministan jî te de doktor û mamosteyan cih digirt. Endama femînist Klaudiya Korol ya ku ji welatê Arjantinê ye ji me re hêst û nêrînê xwe yên derbarê pergala netewa demokratîk ya ku li Bakur-Rojhilatê Suriyê niha jiyanî bûye parve kir.
‘YPJ Şoreşeke ku şoreşên din dike şoreş’
Jina Arjantînî Klaudiya Korol behsa şoreşa jinên kurd dike û dibêje: Ji bo me şorêşa jinên Kurd pir giring û zindî ye. Em taybetî hevala xwe Alina Sanchez bi navê xwe yê tevgerî Lêgerîn Çiya, bi bîr tînin. Ew hevala me ya tekoşînê bû û wê giringîya şoreşa sedsala bîhst û yêke mîn ji me re bû rênîşan.
Klaudiya Korol derbarê serdana Bakûr-Rojhilatî Suriyê de hestê xwe tîne ser ziman û giringiya hebûna hêzên YPJ ê parve dike û wiha dibêje: “Bûyina min a li vir pêkanîna xewnekê ye. Di rojekî wekî îro de ku rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina YPJ ye. Rola YPJ, hêza xweparastina jinane û di heman demê de hêmana herî esasî ya parastina civakê ye. Ji ber ve pêwîste şoreşa jinên Kurd were parastin.”
‘Em bi hemû hêza xwe bi vê Şoreşê re ne’
Klaudiya baldikşîne li ser şoreşa jinê ya ku bandora xwe tevahî jinên Cihanê dike û wiha dinirxine: “Em şorêşa jinên Kurd wekî şorêşa xwe dibînin, weki Şoreşeke ku şoreşên din dike şoreş. Dirûşma me ya “Rojava Biparêze” rastiyek e û em bi hêza xwe vê şoreşe biparêzin. Rastiya şoreşa YPJ’ê di cihanê de sembolekê. Di vê şoreşê de gelek xeyalên me, serhildan û feraseta me ya femînîzmê weki têvgerên civakî ya Abya Yala heye.”
Jina têkoşer ya Arjentînî bangewaziya Rêber Apo ya Civaka Aşitî û Demokratîk wiha dinirxine:’’ ev bang ji bo Rojhilata Navîn û gîştî cîhanê pir giring e. Bi rastî aşitî ji şer zehmetir e. Em ji bo parastina şorêşa Rojava, şorêşa jinan û Rêber Apo hatin vir. Em bi pêvajoyên aştiyê yên ji Abya Yala dizanin ku ji bo rêberan şorêş çiqas zehmet e. Ev parastin berpirsyariya hemû jinên cîhanê ye. Bila bizanibin ku em bi we re ne.”
Navenda Ragihandina YPJ’ê
19.04.2025