DîmenNûçe

Fermandara Giştî Ya YPJ ê Rohilat Efrîn Li Bendava Tişrînê Berxwedanî Silav Kir

Fermandara giştî ya YPJ ê Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Abdî serdana Bendava Tişrînê kir û bi civînekê berxwedaniya gel silav kir. Rohilat Efrîn di destpêka nirxandinên xwe de şehîdên bi rûmet yên şoreşa bakûr-rojhilatê suriyê bi bîr anî, bal kişand ser ked û fedekariya gazî û birîndarên şoreşê, di heman demê de berxwedaniya gel ya 13 salan silav kir û got: ‘’Bi hezaran şehîd, gazî û birîndarên vê şoreşê çêbûn. Heger îro em li vê derê bi dilekî rihet li hev kombûne, ew jî bi xêra gelê me ye ku bê navber 13 salin li ber xwe didin. Û di nava van 13 salan de, ev 5 mehin bê navber berxwedaniyeke bê hempa didin meşandin. Me weke QSD û YPJ ê di çeperên herî pêş de şerekî dijwar da, ji vir û şûnde jî çi xeterî hebe em amadene li pêşî bisekinin. Em jî bi xêra gelê xwe û bi pêşengtiya dayik û bavên xwe, em li vir in, em vê berxwedaniyê di şexsê we hemûyan de li tevahî gelê bakûr-rojhilatê suriyê silav û pîroz dikin.’’

‘EM Jİ MİRİNÊ MESTİRİN

Rohilat Efrîn di dewama axaftina xwe behsî pêşengtiya gel û hevgirtina wan bi şervanan re dike û dibêje: ‘’Li hemberî vê coş, bîryardarî û îradeya gelê xwe û li hemberî pêşengtiya jinan ku li ser vê bendavê bi silogana em ji mirinê mestirin, carekî din dîrok hate nivîsandin. Em îro weke şervanên vî gelî û weke ewladên we, em bi kîjan zehmetiyên din re rû bi rû werin jî me ne xem e, em bawer in ku emê heman berxwedaniyê bikin, emê heman helwestê bidin diyar kirin. bêgûman di oxira vê berxwedaniyê de gelek siyasetmedar, kedkar, şervan, hunermend, pêşeng û fermandar şehîd bûn. Heta şehîdên bendavê jî, pir rengê wê hebûn. ji hemû pêkhateyan em bigrin, ji keç û lawên ciwan em bigrin, ji hevalên çapemeniyê em bigrin, heta tevahî gel, hemû xwe kirin qurban da ku nehêlin dijminê van destkeftiyan vê bendavê derbas bikin.’’

‘EMÊ Bİ PÊŞENGTİYA JİNAN VÊ ŞOREŞÊ BİXEMİLÎNİN’

Fermandara giştî a YPJ ê Rohilat Efrîn di dawiya nirxandinên xwe de berxwedaniya şervanan silav kir, soza domandina vê berxwedaniyê da gel û got: ‘’Em weke YPJ ê jî, me bi salan tekoşînekî bê hempa da. Bêgûman di berxwedanî û tekoşîna bendavê de jî, di şexsê hemû hevalan de, me nunertiya heqîqetê kir, ku gelê me her tim ji mere weke pîvaneke bingehîn e. di şoreşan de ger gel li pişta te be, ne hêsane ku ew şoreş bi binbikeve. Ne hêsane ew şoreş nirxê xwe ji bîr bike. Anha di vê kêliyê de jî gelek hevalên me hîn di çeperên xwe de ne. Ev tê wateya ku ev ax, ev destkeftî tên parastin. Ji ber vê yekê em soz didin gelê xwe, berxwedaniya ku wan kiriye, ji vir û şûnde jî di hemû pêvajoyan de, emê carekî din parastina gelê xwe bikin. Emê bi pêşengtiya jinan vê şoreşê bixemilînin, emê serkeftinê tacîdar bikin. Carekî din em we silav dikin. Bijî yekitiya gelan. Bijî berxwedaniya QSD ê. Bijî berxwedaniya YPJ ê. Jin, jiyan, azadî!

 

Navenda Ragihandina YPJ’ê

20.04.2025

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu