Ji Gelê Me û Raya Giştî Re:

Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên zêde yên şaneyên razayî û bermahiyên DAIŞê, hêzên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona ewlehiyê li hundirê kampa Holê bi dawî kirin. Operasyon di 18’ê Nîsana 2025’an de dest pê kir û 6 rojan li pey hev berdewam kir.
Armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiyê li hundir û derdora kampê bû. Li ser vê bingehê, operasyonên paqijkirinê û serdegirtinên armanckirî li gelek beşên kampê hatin kirin, her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin.
Encamên Operaseyonê wiha ne:
- 20 endamên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin.
- Di konekî de 3 çeke kalaşnîkov, û demançek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava kon de hatibûn veşartin hatin desteserkirin.
- Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê hatibû koordînekirin hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin.
- Herweha, operasyoneke taybet ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin – şaneke DAIŞê ku hevrêziyê ligel şanên din dikir ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî kir armanc.
Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna derbeke nû li şaneyên terorîst ên ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin, piştrast dike. Her wiha tekezî li ser pabendbûna me ya tam ji bo şopandina terorê û zuhakirina jêderên wê li ku derê dibe bila bibe, dike.
Di vê çarçoveyê de em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên derbarê mijara kampa Holê de bigire ser milê xwe. Her wiha ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bi bandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rêve bibe.
Her wiha em tekezî li ser berdewamiya operasiyonên ewlekarî yên pêşwext li hemû deverên ku rastî metirsiyên ewlehiyê tên, dikin û em piştrast dikin ku wê ti cihek ewle ji terorîstan û piştgirên wê re nemîne.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser her tevger û çalakiyên bi guman hêzên me agahdar bikin, ji ber ku ewlekariya civaka me berpirsyariyeke kolektîf e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
23.04.2025