DîmenNûçe

Bendava Tişrînê Tolgirtina Şehidên Qerecox e

Ji bo bi bîranîna roja şehîdan ku salvegera şehîdên Qereçox e, berdevka fermî ya YPJ’ê Ruksen Mihemed bi axaftinekê ked û têkoşîna wan bi bîr anî û berdewamiya vê têkoşînê di nav berxwedaniya bendava Tişrînê de nirxand.

Di 25’ê Avrêlê de, ku dikeve roja salvegera şehîdên Qereçox, ji hêla komîna şêwekariyê ya kantona Kobanê, tobloyên ku îfadeya berxwedan û têkoşîna YPJ  û YPG’ê dike, diyarî hêzên parastinê hat kirin. Ji hêla Yekîneyên Parastina Jin YPJ jî spasî ji komîna şêwekariyê re hate kirin.

‘’Ev Roj Ji Bo Me Roja Serbilindî, Rumet Û Azadiyê Ye’’

Berdevka fermî ya YPJ’ê Ruksen Mihemed jî ji bo bîranîna rojê wiha axaftinên xwe anîn ziman: “ Roja 25’ê Avrêlê roja şehîdan e, îro jî salvegera 8’e mîn ya şehîdên Qereçox e. Di kesayetên şehîdên Qereçox de em hemû şehîdên şoreşa bakur-rojhilatê Sûriyê bi bîr tînin. Ev roj ji bo me roja serbilindî, rumet û azadiyê ye. Diyariya ku ji hêla komîna şêwekariyê ya kontona Kobanê ve hatiye jî, tobloyên ku şehîdên li bendav Tişrînê têkoşîn kirin e, dide îfade kirin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, ji ber şêwekarên welatê me xwestin bi riya hunerê vê pira têkoşînê ya di navbera Qereçox û bendava Tişrînê û şerê gel ê şoreşgerî îfade bikin û zindî bikin. Em jî girîng dibînin ku bi riya hunerê û bi riya hemû qadên xebatê têkoşîn gelê me ji dîrokê re bibe mal.

Bi vî awayî jî carek din li ser navê YPJ’ê spasî ji vê keda pîroz re hate kirin û ji hêla YPJ’ê ve diyarî ji komîna şêwekariyê re hate pêşkêş kirin.

Navenda Ragihandina YPJ’ê

                                                                               27.04.2025

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu