Tîma Futbolê Ya Jinên Qamişlo Serdana YPJ Kir

9

Ji Qamişlo futbolê ya jinan serdana YPJ kir. Tîma futbolê bi fermanderên YPJ’ê re di derheqê spora ku dikin de bi agahiyên berfireh re nîqaşek dan meşandin.

Di hemû qadên jiyanê de jin pêşengtiye dikin. Tîma futbolê ya ku ji jinên Qamişlo pêkte di sala 2016’an de hate avakirin. Di 2016’an pê de beşdarî gelek turnuvoyên futbolê bûn. Lêyîstokvanên jinên tîma futbolê ya Qamişlo li Ûrdûne di sala 2018’an de di sazkirina 19’e mîn ‘Kupaya Netewên Jinên Asyayê de’ wek  jinên Sûrî cihe xwe girtine. Di vê cih girtina lîgê de tîma futbolê ya jinên Qamişlo serkeftineke dîrokî bi dest xistibûn û bûbun yekem. Tîma futbolê ya jinên Qamişlo di serdanê de ji aliya fermandara giştî ya YPJ ê Rohilat Efrîn, yek ji fermandarên YPJ’ê Viyan Adar û endamên konseye leşgerî Kurdistan Koçer we hatin peşwazî kirin.

‘Pêwîst bike bi futbolê, pêwîst bike bi çek, pêwîst bike bi ziman emê xwe biparêzin’

Fermandara gişti ya YPJ ê Rohilat Efrîn di vê nîqaşê de balkişand li ser mijara xwe parastinê û wiha got: “Di civaka Sûriyê de pêwisti bi xwe parastine heye. Ne tene Sûriyê di giştî cîhanê de ev pêwîstî heye. Heger parastina te nînbe ewlehiya te nîne Heta niha jî di gelek cihan de jin bi êrîşan re rû bi rû dimînin û di nava êrîşê de ne, bangawaziya ku werin me biparezin dikin. Me gavek ji bo xwe parastinê avetiye. Ev yek pêwîst bike bi futbolê, pêwîst bike bi çek, pêwîst bike bi ziman hwd. Ev hemû dikevin beşa parastin e. Parastin bêriya her tiştiye. Êrîş berdewam dikin, pevajoya ku em di nav de ne û jiyan dikin ne hesanê. Hêza me ya parastinê nînbûna, em jî wek gelê Elewî hatiban qetil kirin. Bi hişmendiya yek netewbûne em têkoşîna xwe nadin meşandin. Di nava gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de herkes beşdarî vê têkoşîna pir netewî bûn. Ereb, Sûryan, Ermen herkes xwest vê axê bipareze.Hukumeta Şamê di eqlê xwe de DAIŞ ne kuştiye. Qetlîama ku li ser gelê Elewiyan dan meşandin dibe ku hîn jî bidomin. Niha jî fersendekê bibînin wê dîsa heman qetlîamê pêkbînin. ’

‘ Jinên  ku ji xwe bawer di lêyîstoka xwe de jî serkeftîne’

Rohilat Efrîn di dewama axaftina xwe de balkişand li ser mijara xelat girtina tîma futbolê ya jinan û wiha got:  ‘‘Heya Ûrdunê hûn çun we xelat girt. Ev yek ne tenê lêyîstokeke di bingeh de we çanda xwe da nîşandan. Çanda Bakur-Rojhilatê Surîye temsîl kir. Ev çand bala herkesî kişand. Bi xelat girtina we em kêfxweş bûn. Jinên  ku ji xwe bawer di lêyîstoka xwe de jî serkeftîne. Hûn çun Ûrdûnê sibe biçin cihekî dîtir û çandekê bi xwe re bidin domandin. Ew jinên ciwan ên ji xwe bawer jî dikarin we bibînin û meraqa wan çêbibe. Di asta Rojhilata Navîn de pêşeroja wan wê bê sînor bê. Lê xwe parastin pir girînge di vê herkes bikaribê xwe fêr bike.’’

 

               Navenda Ragihandina YPJ

      02.05.2025