
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ Avînar Dêrîk behsa kêliyên çalakiya her penç fedaiyên Minbicê dike û dibêje: ‘’Ruxme giran birindar bûn lê ji dest şer bernedan û heta mermiya xwe ya dawiye şer kirin û ji bo dîl nekeve dest riya herî rûmet hibijartin.’’
Dirok bi qasî şahîdiya dagirkerî, komkuji û kuştina kiriye ewqas jî şahîdiya lehengî û berxwedaniya zarokên li ser ve erdnigariya kiriye. Dewletên dagirker û netewperest bi êrîş û hovîtiya xwe hertim daxwaz kiriye ku vin û îradeya civakê desteser bike. Lê belê hesabê zarokên vê axa berxwedêr û leheng nekiriye. Ev ax di dirokê de şahidiya lehengiya Besê, Zarîfe û Rindexan kiriye. Di roja me de ji bû şahîdê Nergîs Dilda Welat,Cudî tolhildan, Axîn Koçber, Sema Hesekê û Tolhidan Serekaniyê’’.
Fermandariya ‘Yekîniye Parastina Jin’ YPJ’ê di 2’ye Gulanê de bi daxuyaniyekê nasnameya penç fedaîyên li Minbicê eşkere kir. Her penç lehengên li Minbiçe li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker heta guleya xwe ya dawî şer kirin û ji bo ku dîl nekeve destê çeteyan bombe xwe, di xwe û dil û mejîyê dijminê xwe de dîteqînin.
‘Me Ji Bo Parastina Gelên Heremê Wek YPJ, YPG Û QSD’ê Mudale Kir’
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ Avînar Dêrîk behsa destpêkirina şerê Minbicê kir û wiha got: “27 mijdara 2024’an HTŞ’ê dema ku berbi Heleb û Şamê re şer û pevçûn dane despêkirin, çeteyên girêdayî dewleta tirkan jî hem wext ber bi Şehba Til Rifat û Minbicê ve çûn. Lawaziya Rejima Baas’ê jî hişt ku ev şer belavî gelek herema bibe. HTŞ’ê bi alikariya dewleta Tirk a dagirker ve bi dijwarî êrîşî gelek herema kir. Di encama vî şerî de dema Rejima Baas hilweşiya li Bakur-Rojhilatê Suriyeye gel û şervanan li hemberî vî şerî berxwedan. Piştre şer belavî Bendava Tîşrîn, Pira Qaraqozak û Derhafirê bû. Me ji bo parastina gelan, wek YPJ, YPG û QSD’ê mudale kir.”
‘Ruxme Ku Heval Bi Giran Birindar Jî Dibin Lê Ji Dest Şer Bernadin Û Li Dijî Êrîşan Berxwe Didin’
Avînar Dêrîk dide diyar kirin penç hevalên wan ji bo dîl nekeve dest, çalakiya fedaî dikin û wiha behsa wan kêlîyan dike: “Piştî Helebê û Şehba li Minbicê şer pir giran bû. Hevalê me bi sekin û biryarekê xurt derbasî qada şer bûn. 08.12.2024’an çeteyên giredayê dewleta Tirk a dagiker li Minbicê êrîşî noktaya hevala dike. Heval li hemberî van êrîşa bi berxwedaniyekê dirok dinivîsînin. Her ku dijmin bi erîşên hovane tê ser hevalan, hevalên me bi darbeyên mezin wana didin û wana neçar dibin ku paşve bikşînin. Ev pevcûn ji seat siharê destpê dike bê navber heta 12’ê şeve didome. Piştî darbeyên mezin ê hevalan, çete alikarî ji dewleta Tirk a dagirker dixwaze. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bênavber cihê peşçûnên bombardiman dike. Ruxme ku heval bi giran birindar jî dibin lê ji dest şer bernadin û li dijî êrîşan berxwe didin.”
Biryara Hevbeş; Çalakiya Fedaiye
Avînar Dêrîk dibêje ku ruxmê hevalên wan giran birindar dibin lê ji dest berxwedaniya xwe bernadin û wiha wan keliyên dirokî parve dike: “Fermandarê vê time heval Tolhildanê ku ew di encama lêdana balafirên şer a dewleta Tirk a dagirker de de bi giran birindar dibe lê fermana berdewamiya şer dide û ji vî şerî re peşengî dike. Heval Nergîs û hevalekê din jî birindar dibe lê ruxme ve ji heta mermiya xwe dawî şer dike û derbe dijmin dixe. Ji ber ku heval bê navber du roj şer dikin cepxaneya hevala namîne û du bomba tene destê hevala dimîne. Du heval pêşniyar dikin ku biçe nava dijmin çalakiya fedaî pêk bîne lê ji ber bomba keme biryara hevbeş eve ku heval ji bo dîl nekeve destê çeteyên giredaye dewleta Tirk bi hevre çalakiya fedaî pêk bîne.”
‘XEYALÊN ŞEHÎDÊN ME PÊK BÎNIN’
Avînar Dêrîk vasîyeta her penç fedaiyan wiha tînê ser ziman: “Beriya çalakiyê ev hevalên bi rumet bi reka telefonê hevalan re diaxavin û dibêjin, ‘Em ketin çemberê, cepxaneya me xilas bû ji bo em dîl nekeve destê dijmin emê çalakiya fedaî pêk bîne’ û denge teqînê tê. Ji ber bomba kême ku heval tahmin dikin ku hinek heval ewe birindar xilas bibe ji ber vê vasiyet xwe tîne ser ziman û dibêjin,‘Silavê Me Hemû Hevalan Bikin, Şoreşa Me A Jinê Mezin Bikin Û Xelayên Şehîdên Me Pêk Bînin.”
Avînar Dêrîk wiha behsa Kesayeta her penç fedaiyan dike: “Kesayeta ku di jiyana xwe de fedaî be di şerê xwe de jî fedaiye. Ev heval di nava jiyanê de hertim peşeng bûn. Rastiya dijminê xwînmij baş nas kiribû, li ser vî esasî beşdarî nava jiyanê dibûn. Heval Tolhildan, Nergîs û Axîn ku xwişka du şehîda bû ji heskirina wan a welat, dilnizmiya xwe û girêdana wan a rêhevaltiye minakên vê jiyanê bûn. Heval Sema û Cudî jî xwedî derketina wan a vê jiyanê û bi fedakartiya ya jiyan re bi coş û kelêcana xwe ya jiyanê re rêheval bûn.”
‘EME BİBİN ŞOPDARÊN WAN’
Avînar Dêrîk di axaftina xwe de soza tolhildana wan da û wiha dawî kir: “Her penç heval û fermandarê me bûn şopdarên xeta Bese û Zarifeyan, Arîn û Rêvanan, Avesta û Barînan . Di heman demê de careke din îspat kirin ku dijmin nikare axa me dagir bike û jiyan me tarî bike. Ev hevalên me bi berxwedana xwe re dirok da nivîsand û bû peşeng şerê gele şoreşgerî. Em şehîdên xwe yên mezin bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em soza tolhildan didin ku eme xeyalê wan pêk bîne û têkoşîna wan mezin bikin. Dijmin tu car nikare me, ji ber ewladên fedaî ê vê axa her dem û devranan heye. Em wek yekiniyên parastina jin hertim li ser şopa wan be û xwedî mirateya wan derkevin.”
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ
06.05.2025