
Dema ku em pêşketinên dawî yên li Suriyê digrin berçavan, û bi taybetî piştî ku Desthilata Rejîma Sûriyê ji aliyê HTŞ (Heyet Tehrîr el-Şam) ve hat desteserkirin, em dibînin ku aloziyên li Surîyê hîna kûrtir bûne û zivirîne kaosek ê. Vê pergala cîhadîst û aqlê wê li beramberî gelê me yê perava Suriyê komkujî û jenosîtên derveyî ahlaqê mirovahî pêkanîn. îro em dibînin ku ev desthilat bi heman hovîtiyê êrîşî gelê me yê Dûrzî jî dike. Gelê me yê Dûrzî jî weke hemû pêkhateyên li Suriyê cih digrin, pêkhateyeke gelekî qedîm e û ji bo serxwebûna xwe hertim di nava têkoşinê de bûn e. HTŞ bi aqlekî serwer dixwaze gelên qedîm yên wek Alevî û Dûrzî metingeh bike. Ji ber vê yekê di navbera gelên heremê de nokokiyên mezhebî û aloziyan ava dike. Deshilata Şam’ê dixwaze bi van nakokî û fitneyan re siyaseta parçe bike û rêvebibe bide meşandin.
Geşadanên vê dawiyê li Suriyê rûdidin nîşan dide ku ev zihniyeta cîhadist ji bo gelan, nexasim ji bo jinan çiqasî xeternak e. Ji ber pergaleke ku pir rengbûna gelan û olan qebûl nake, nikare ji gîştî pergala Suriyê re bibe modelek. Her wiha di Suriyê de ji dirokê heya niha, pir gelên qedîm yên netewên cûda bi hevre jiyan kirin e. Nabe, ev cûdahî bibe sedama ku gelên ji neteweyên cûda bi qirkirinê re rû bi rû bimînin, ev tenê dikare bibe sedema Fîkîr û zîkrê azad. Sûriye demeke dirêje di nava şerekî de ye. Bi rastî gelên heremê êdî ji şer wastiyan e û hemû gelên heremê dixwazin li ser xaka xwe bi şêwazekî azad jiyan bikin. Lê belê fîkrê cîhadîst bi tu awayî mozaîka gelên Suriyê qebûl nake, ev pêşiya jinûde avakirina Sûriyeya Demokratik digre. Ji ber bi aqlê zilam yê deshilatdar em nikarin demokrasî ava bikin. Ji bo Sûriye ya pêşerojê modeleke ku bê rexistin kirin jî modela Neteweya Demokratîk e. Ji ber ev model di rastiya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û Rojava de gihiştiye asteke ku hemû netew tê de dikarin pênaseya nasnameya xwe bikin û bi rastiya gelê xwe ve azad jiyan bikin.
Em wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) van kiryarên terorîstî yên li dijî gelê me yê Durzî, yên ku beşek girîng a tevna Sûriyeyê ne, bi tundî şermezar dikin. Emê hertim li hemberi tevahî êrîşên terorîstî yên sîstematîk ên ku nirxên mirovî û bi taybet yekîtiya civaka Sûriyeyê hedef digire bê dudulî bisekinin. Parastina cewherî ji bo avakirina civakek azad û demokratîk garantiya bingehîn û yekane ye. Tenê weke jin em dikarin pêşengiya vê qonaxa hesas a li Sûriyeyê bikin û heremê ber bi ewlehî û aramiyê ve bibin. Em dikarin Bi aqlê jinê yê etîk û estetik, ê ku li hemberî zihniyeta baviksalar bê eman têkoşîn dike, Sûriyeya peşeroja mirovan ya Demokratik û bi ewlehi avabikin.
Li ser vê bingehê, em bang li hemû gelan, bi taybetî em bang li jinan dikin ku parastina cewherî ya ku mafekî xwezayî û rewa ye, ji xwe re esas bigrin, da ku parastina mafên xwe û mafên tevahî gelan misoger bikin. Divê hemû jinên heremê û cihanê berpirsyartiya xwe yên dîrokî bigrin ser mile xwe û em bi hevre ji bo xûrtkirina yekîtî û rêxistinbûnê, têkoşîna xwe bilind bikin. Em teqez dikin ku emê bi têkoşin û aqlekî hevpar, jiyana azad ava bikin. Em dubare dibêjin, Ji bo Sûriyê tekane çareserî ewe ku bi aqlê jinê yê rexistinkirî avakirina jiyana hevbeş e. Ji bo tolhildana qetliamên ku li ser gelê me yên Suriyê hatine kirin, bersiva herî mezin bi aqlekî rexistinkirî di beşa parastina rewa de rol girtina ser mile xwe û xwe gihandina Sûriyeya Demokratik e, ku tevahî jinan û gelan bi demokrasî û aştiyane hembêz dike ye.
Fermandariya Giştî Ya YPJ
04.05.2025