Jacquelîne Madrelle ;Têkoşîna YPJ’ê  Êdî Têkoşîna Min a Jiyanê ye

11

Şandeyekê   aktîvîstên Fransî ku ji Weqfa Daniel Mitterrand ji bo naskirina şoreşa Rojava Serdanî Bakur û Rojhilatê Suriyeye kir.  Şande piştî hevdîtina xwe ya YPJ  Cîgirê serokê Weqfa Daniel Mitterrand Jacqueline Madrelle di malbera me re axavî û diyar kir ku serdana wan a Rojava ji bona wan rumet ê.

Pergala netewa demokratîk bi pêşengiya YPJ gerdunî dibe. Ji gelek netew, rêxistin, şandê rojnameger û aktivîst ji bo naskirina pergala netewa demokratik serdana bakur û rojhilatê Suriyeye dikin. Ji wan şandeya yek jî şandeya aktîvîstên Fransî bû. Şandeya  aktîvîstên Fransî cîgira Weqfa Daniel Mitterrand Jacquelîne Madrelle û ekîba wê pêk tê serdana bakur û rojhilatê Suriyeye kir û her wiha Şandeye serdana YPJ jî kir. Şande ji aliyên Fermandare YPJ Viyan Êfrîn, berdêvka ya YPJ’ê Ruksen Mihemed û Endamên konseya leşkerî ya YPJ’ê Lana Hisên û Destîna Heleb we hat peşwazî kirin. Di Serdanê de derbare pergala YPJ’ ê de gelek pirs hatin kirin, bersivandin û bi awayêkî berfireh sisteme YPJ dan nasîn. Piştî hevdîtina şandeye Cîgirê serokê Weqfa Daniel Mitterrand Jacqueline Madrelle ji malpera me re axavî.

‘Em Şahîdê Trajediya Wî Welatiya ne ,

Cîgirê serokê Weqfa Daniel Mitterrand Jacqueline Madrelle hatina xwe a Bakur û Rojhilatê Suriye ji bo xwe wek erkek dibîne û wiha diaxave: “Gelê Kurd  di nava şerêkî dijwar de ye. Em şahîdê trajediya wî welatiye ji bona vê em gelek çalakiyan ji bo Kurdistanê pêk tîne. Şoreşgera enternasyonel Danielle Mitterrand jî di nava de gelek kesên xwedî vîcdanê tevlî nava şoreşa Kurdistanê bû.  Danielle Mitterrand û gelek şoreşgerên enternasyonel bu sedema ku trajediya gelê Kurd ji civaka navneteweyî re bide nasîn, bi saya têkoşîna gelê  Kurd û şoreşgerên enternasyonel ve ev yek gengaz bû.Ji ber vê yekê, ji bo min, hatina Rojava bi rastî jî derfetek bû, hema bêje erkek bû ku ji bo rêzgirtina li bîranîna Danielle Mitterrand û xebata wê, a ji me re rê vekir ew bi xwe bû.”

Têkoşîna YPJ’e Têkoşîna Fikir, Hevgirtin û Edaletê ye

Jacqueline Madrelle diaxaftina xwe de dibêjê têkoşîna YPJ û YPG’ê li Ewrupayê berovajî tê nasîn û wiha axaftina didomîne: “Serdana me  ya YPJ’ê pir giring bû. Ji ber ku li Fransa û tevahiya Ewropayê, YPJ û YPG’e wekî gerîlayên romantîk ên modernîzekirî bi me dan nasîn, lê rastî jî berojavajî wê ye. Mê felsefa wan û di heman demê de  nêrîna wan a derbarê jin, jiyan û xwezaye pir cuda dît. Têkoşîna YPJ’ê edî ji bo na min têkoşîna jiyanê ye. Her wiha têkoşîna fikir, hevgirtin û edaletê ye. YPJ’ê sembol û peşeng jinên cihane ye.

Cîgirê serokê Weqfa Daniel Mitterrand Jacqueline Madrelle dide diyar kirin ku ew ji bo teyisandina şoreşa Rojava hemû deverên cihanê bikin dikeve nava hewildana û wiha axaftina xwe dawî dike: “Ev ne tenê felsefeyeke jiyanê ye di heman demê de ev ramanên şoreşgerî ne. Bi rastî jî ji bo me rumetekê ku em hatin Rojava. Me gelek komele, avahî û mirovên pir jêhatî, pir bi zanist û têgihîştî dîtin. Ev têkoşînekê pê hempaye.  Em ê hemû siyasetmedaran teşwîq bikin ku werin Rojava, têkoşîna li vir bibînin û ji şoreşa li vir îlhamê bigirin da ku ev şoreş teyisandina hemû deverên cihanê bikin.

                                                            Navenda Ragihandina YPJ’ê

                                                                      25.01.2025