
Şandeyek Ewropî serdana YPJ’ê kir û di serdanê de derbarê rewşa Surî û desthiladara Şamê ve aliyên Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn nirxandinê gelek giring kir.
Şandeyek Ewropî ji bo şopandina rewşa herêmê û zehmtiyên ewlehî, lêkolînkirina rêbazên xurtkirina hevkarî û piştgiriya mirovî serdana Bakur û Rojhilatê Suriye yê kir. Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê û hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê Martin Shirdiwan, cîgira wî Nora Friese Wendenberg, cîgirê rêveberê Weqfa Rosa Luxemburgê Philipp Degenhard, nûnerê Dem Partiyê yê Saziyên Ewropayê li Strasbourgê Fayîk Yagizay û şêwirmenda Fayîk Yagizay Dr. Sara Glenn pêk tê. Şande di nava van serdanê xwe de serdana YPJ’ê jî kir û ji aliyên Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, ji aliyên ji Fermandarên YPJ’ê Viyan Êfrîn, ji Endamên konseya leşkerî ya YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazî kirin. Di serdanê de mijarên weke dozên siyasî, mirovî û pêşdeçûnên li herêmê hate niqaş kirin. Ji Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê pêşveçûnên heremê û di van pêşveçûnên heremê de rol û misyona ku YPJ’ê diliyîze nirxad.
‘Feraseta cihadist ya ku fikrê xwe ji El-Kaîde girtiye temsila gelan nake’
Ji Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn derbarê rewşa dawî a Surî axifî û da diyar kirin ku rakirina cezayê li ser Sûrî cihê metirsiyêye û wiha got:“Li Sûrî trafîkekê zêde a diplomasî heye. Ji destêka Tirk bigre heta vexwendina Trump û Katarê gelek cezayên li ser Sûrî
ketin niqaşê û hinek biryar hatin rakirin. Ev di gelê heremê de metirsiyekê ava dike. Li kêleka wê jî xeteriyên mezin ser gelê Sûrî heye. Ji aliyên desthilatdaran ve komkujî hîn li ser civaka Elewî û Durziyan berdewam e. Ne mumkinê ku feraseta cihadist ya ku fikre xwe ji El-Kaîde girtiye temsila gelan bike.”
‘Rejima Sûrî neçar ma ku bi me re ittîfakî çêbike’
Rohilat Efrîn derbarê 15 hevalên wan yên YPJ’ê ku ji aliyê desthilata Şamê ve naye dayin wiha axaftinê xwe domand: “Di êrîşên ku li Sûrî çebû di heman demê de armanc ew bû ku herêmên me jî dagir bikin. Lê berxwedana gel û şervanan ev êrîş şikand. Rejima Sûrî mecbur ma ku bi me re ittîfakî çêbike. Îttîfaka me ya bi desthilatdarê re li ser bingeha ku hêza YPJ û YPG xwe ji taxa Helebê vekişîne ewlehiya hundir dewir bigre bû. Ev heta astekê pêk hat. Qonaxa duyemîn jî pevguhertina dîl girtiyan bû. Ev pevguhertin bi hijmarekê çêbû, lê di qonaxa duyemîn a pevgurhertinê de 15 dîl girtiyê wan ewê destê me de bima û di heman rengî 15 hevalê me yên dîl girtî ewê destê wan bima. Di seatên dawî de nêzîkatiyên wan ê ku feraseta mêr a desthilat hişt ev pêvguhertin were taloq kirin. Ji ber ku xwestin 15 hevalê me yên YPJ’ê radestê me nekin. Ev zihniyeta cihadist destêpekê dijberiya jinan dike.”
‘Em aqubeta 15 hevalên Jin nizanin’
Rohilat Efrîn derbarê nedayina 15 dîlên YPJ’ê de axifî û got nedayîna hevalên YPJ’ê rastiya rûyên wan nîşan dide û berdewam kir: “ Pêdiviyekê weke YPJ’ê nemaye ku em xwe ji kesekî re îspat bikin. Li hemberî hêza tarî a Daîş’ê di heman demê de li hemberî hêza dagirker a dewleta Tirk pêkhateyên vê heremê bi pêşengiya YPJ’ê şer kir. Ne dayina hevalê me yên dîl girtî rûyên wan ê rastî nîşan dide. Ev nêzîkatî dijbertiya jin û pirrengiya pêkhateyên vê heremê dike. Em di nava fikarandene gelo tiştek serê hevalê me yên dîl girtî hatiye, gelo ew şehîdin an wendayin em vê nizanin. Gorî exlaqê civakî pewîste despêkê dîlgirtiyên jin werin dayîn lê vir de tu pîvanê exlaqî nîne.”
‘ Li Ser sê xalan danustandinekê ewê çêbibe’
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn da zanîn ku ger desthilata Şamê tu hincetan dernexê ewê ser sê xalan danustandin çêbibe û wiha axaftina xwe dawî kir: “Gelek welatan de dewlet û hukumeta wî heye lê di heman demê de rêveberiya wî ya xwecihî heye. Ev gel dikare bi îrade û mafê xwe jiyan bike û ev dewlet wê qebul bike. Li Sûrî jî hêza YPJ û QSD’e hezekî rêxistînkirî û perwerdekiriye û dikare parastina axa xwe, sinora xwe bike û her wiha pêşoraja xwe jî bibîne. Pewîstê reng û dengê vî gelî were dîtin. Danustandinê me bi desthiladarên re heye. Ser sê xalan danustandinekê me heye. Yek li ser mijara îdarî, duyemîn li ser mijara pîşesazî(meslek) sêyemîn li ser hêza parastinê, ewlehî ( YPJ û QSD) amedekariya wana hatiye kirin. Ger taloq nekin û hincetekê dernexin niqaşê me were meşandin. Ji ber her carê ku me gav avêt wana xwe paşve kişand û astengî derxistin. Ev yeke eşkere ye ku mudaxelaya derve li ser biryarên wan pir bandorê û îradeya xwe nikarin bi kar bînin. Gelek nêrîn û dîtînê me jî heye em bikaribin vê hezê re danûstandinan bikin û projeyê xwe pêşkeş bikin.”
Navenda Ragihandina YPJ
01.06.2025