
Li gorî peymana duh pevguhertina esîran van kêliyan tê kirin. Gorî peymanê Ji aliyên Meclisa Gîştî ya Helebê 176 esîrên HTŞ’ê wê werin berdan di heman demê de 7 şervanên YPJ’ê jî di nav de 293’ê ji van gelek sivil wê werin berdan.
Di 1’ê Nîsana 2025’an de di navbera Meclîsa Giştî ya her du taxan û desthilata Şamê de peyman hat îmzekirin. Ev peyman ji 14 xalên sereke pêk tê. Li gorî xala 12`yan a peymanê divê her du alî girtîgehan vala bikin û girtiyan pev biguherin.
Duh di navbera şandeya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de civînek li Şamê hate lidarxistin. Di vê civînê de yek jî Fermandara Gîştî ya YPJ û QSD’ê Sozdar Dêrîk jî amade bû. Yek ji mijara civînê ev bû ku ‘Ji nû ve aktîfkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd û çareserkirina wê bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya navxweyî bike.’
Giredayî vê mijarê di van kêliyan da li Helebê di navbera Meclisa Gîştî ya Helebê û desthilata Şamê pevguhertina esîran tê çêkirin. Ji aliyên Meclisa Gîştî ya Helebê 176 esîrên HTŞ’ê wê werin berdan di heman demê de 7 şervanên YPJ’ê jî di nav de 293’ê ji van gelek sivil wê were berdan.
YPJ’ê hezêkê bingehinê ji bo parastina hemû destkeftiyên heremê û gîştî Suriyeye ji bo vê hezên desthildar bi taybetî hezên HTŞ’ê û çeteyên giredaye dewleta Tirk YPJ’ê dikin armanc. YPJ wê ji bo doza azadiya jin û hemû civakan ji bo aramî û ewlehiya heremê wê hertim di nava têkoşînê de be.
Navenda Ragihandina YPJ
02.06.2025