‘Em Ji Hevalên Xwe Yên YPJ’ê Hêz û Moralê Digrin’

11

Ji sengerên berxwedanê, şervanên QSD’ê nerazîbûnên xwe ji bo neradestkirina desthilata Şamê ji şervanên YPJ’ê ku gel wan dîl hatine girtin anî ser ziman.
Ji şervanên QSD’ê Rûbar Qamişlo û Ezîz Ereb, ku cihê xwe di sengerên berxwedaniyê yên Bendava Tişrînê de digrin, pêşengtî û wêrekiya şervanên YPJ’ê tînin ziman û dibêjin li gel ku desthilata Şamê naxwaze jin di qadên jiyanê de cih bigrin, lê em vê bi ti awayî qebûl nakin û emê li hember vê fikrê li kêleka hevalên xwe yên jin heya dawî şer û têkoşîn bikin.
‘Em wek şervanên QSD’ê li kêleka hevalên xwe yên YPJ’ê ne’
Ji şervanên QSD’ê Rûbar Qamişlo ji bo nêzîkatiya desthilata Şamê ji mijara azadiya jin re wiha dinirxîne : “Desthilata Şamê fikrê azadiya jin û fikrê Rêber APO qebûl nakin. Em wek şervanên QSD’ê li kêleka hevalên xwe yên jin in û emê heya dawî bi hev re şer bikin her wiha emê li hemberî feraseta desthilatdariya mêr ê serwer têkoşîna xwe bilind bike.”
‘Em ji hevalên xwe yên YPJ’ê hêz û moralê digrin’
Ji şervanên QSD’ê Ezîz Ereb ku ji netewa Ereb e, behsa vîn û hêza hevrêyên xwe yên di nava YPJ’ê de dike û wiha dibêje: “Em ji hevalên xwe yên jin hêz û moralê digrin, cesareta hevalên me yên jin di astekî pir mezin de cesaret dide me û em hêza xwe ji wan digrin. Em nêzîkatiyên desthilata Şamê ji mijara azadiya jin re û bi taybet piştî neradestkirina şervanên YPJ’ê ku dîl hatine girtin, pir baş dide nişandan ku li hember serxwebûna jinan dijberî heye. Em vê nêzîkatiye qet qebul nakin û eme li hemberî ve ferasetê hertim têkoşîna xwe domdar bikin.”
Şervanê QSD’ê Ezîz jî vê mijarê dinirxîne û wiha tîne ziman: “Ev bûye çend meh in HTŞ’ê hatiye ser desthilatdariyê. Lê pirsgirêka netewperestî,zayentperestî,olperest, û navendîbûnê her ku diçe kûrtir û mezintir dibe. Xuya ye ku ew naxwazin ku di Sûriyê de demokrasî, wekhevî û bi taybet azadiya jin pêk were. Emê wek şervanên QSD û YPJ’ê heya ku demokrasî û aramî li tevahiya Sûriyê pêk were, têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.”
Navenda Ragihandina YPJ
                                                            02.06.2025