
Şandeya Jineolojî a Fransa ye serdana YPJ’ê kir û derbarê avabûn rêxistinkirina YPJ’ê, şewazê têkoşîna YPJ’ê û teyisandina birdoziya YPJ’ê ji fermdarên YPJ Viyan Efrin , endama meclisa Suryanan Nur , endama meclisa Ermenan ya YPJ ê Sarîn guftûgo kirin.
Hebun û tekoşîna YPJ ê ku di asta cîhanê de deng vedaye ji bo tevahî jinan buye numuneyeke xweser û mertala parastinê. Yekiniya Parastina Jin YPJ bi çalakî û bi rêxistinkirina xwe ya azad û demokrat ve ilhama ronahiyê dide tevahî jinên cîhanê. Hebuna YPJ ne tenê azadî û vina jinên Kurd dike di heman demê de têkoşîna vîn û azadiya hemû jinên cihanê dike. Ji ber ve gelek rojnamevan, rêxistin û saziyên navnetewî ji bo naskirina pergala Netewa Demokratîk û paragimaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê serdana Bakur û Rojhilatê Sûri û taybet jî serdana Yekiniyên Parastına Jin YPJ dikin û dixwazin nasbikin û bişopinin. Her wiha gelek şande heya niha ji bo serdanê derbasî Bakur û Rojhılata Sûriye û Rojava bune. Yek ji wan Şandeyan, şandeya Fransaye ya jineolojiye.
Ji Şandeya Fransî ya Jineoloji Lîzan, Matild, Juliet û Sofî serdana YPJ’ê kir. Şande ji aliyên yek jî Fermandara YPJ Viyan Efrin , endama meclisa Suryanan Nur Suryan , endama meclisa Ermenan ya YPJ ê Sarîn Dersîm ve hatin pêşwazîkirin . Piştê bixêrhatin û pêşwazi kirinê, şande bi meraq pirsên xwe ji bo fermandar û endamên meclîsên YPJ ê re peşkeş kirin.
‘Di parastina jin û civakê de jin peşeng e’
Ji Fermandara YPJ Viyan Efrîn derbarê avabûna YPJ’ê, têkoşîn û armanc YPJ’ê jî axavî û wiha got: “ 2011 YXK hat damezrandin û nû nû hevalên me yên jin tevlî bû. Şehîdên me yên hevalê jin ya yekem yê YXK’ê heval Silav û heval Bêrîvan bû. Heval Bêrîvan di nava şoreşê de şervan û di nava civakê de jî xwedî zarok bû. Di wê pevajoyê de ser gelê Kurd zextekê dijwar hebû, çand û zimanê me nedihat naskirin û her wiha hemû rengê wê hatibû qedexe kirin. Di nava vê qirkirina çand û ziman de hebûna jin dihate inkar kirin. Bi çirûska şoreşê re 2012 Yekîniya Parastina Gel YPG û 4’ê Nîsana 2013 ser biranîna Heval Silava, Heval Bêrîvan û hemû Şehîdên têkoşîna azadiye, me Yêkiniya Parastina Jin damezrand. Yekem Tabura me a xweser ya Ş. Rûken li Efrînê avabû û me gelek taburên xweser li hemû bajarên Rojaveyê Kurdistanê ava kir. 2014’an êrîşên Daîş’ê zêde bû. Li hemberî van êrîşan tenê qilêşa me û vîna me ya bi hêz hebû. Hêz û vîna me êrîşên Daîş’ê lewaz kir û di heman demê de jin û civak li hemberî van êrîşan parast. Di parastina jin û civakê de jin peşeng e. Îro arteşa me ya jin heye û hemû ware jiyanê de peşengî dike.”
‘Di dirokê de cara yekemîn hêza parastina Suryan hat ava kirin’
Endama meclisa Suryanan Nur Suryan derbarê Meclisa Leşgerî ya Suryanan de axavî û da diyar kirin ku jin bi her awayî ji civakê re pêşengtiya siyasi, birdozî, diplomasî û leşgerî dikin û wiha axivî: “Ez yekîniyên Parastia Suryan de cihê xwe digrim. Yekîniyên Parastina Suryan 2015’an hat damezrandin. Di dirokê de cara yekemîn di nava civaka me de hêza me ya parastina Suryanan hat ava kirin. Destpêka vê gavê pir zehmet bû û her wiha di nava civaka me de hêza jin a parastinê nîn bû. Di heman demê de zextek dijwar ser jin dihat sepandin. Armanca me ew bû ku li hemberî zext û çewisandina îradeya jin parastina me ya jin hebe. Lê bi saya naskirina pergala Demokratîk em weke civaka Suryan hatiye merheleya ku li ser axa xwe parastina xwe û civaka xwe bike. Her wiha di jiyanê de parastin ne tenê şer kirine, ya bingehîn vîn û îradeya azad fikirandine. Di meclisa leşgerî ya Suryanan de tabur û akademiye me hene. Di van akademiyen me de perwerdeyên jiyanî, birdozî û leşgerî bi awayekî sîstemakî dibînin. Her wiha li bakur û Rojhilatê Suriye de feraseta ku jin li malan ase dimîne tê şikandin. Jin bi her awayî ji civakê re pêşentiya siyasi, birdozî, diplomasî û leşgerî dikin.’’