2025NûçeWêne

‘Şervan bi çeka xwe û hunermend jî bi amûr û dengê xwe şer dike’

Koma stêra zêrin a girêdayi Hîlal Zêrîn serdana YPJ’ê kir û di serdana YPJ’ê de bi fermandara YPJ’ê re derbarê çand û hunera Kurd guftogu kirin û her wiha stran ji şervanên YPJ’ê re gotin.

Ji dirokê ve gelê Kurd bi çand û ziman ve diroka xwe parastiye, lê mixabin ji ber parastina vîn û îradeya xwe de lewaz maye bi demê re çand, ziman û diroka vî gelî jî lewaz bûye. Bi têkoşîna azadiyê re gelê Kurd di warê ziman, çand û diroka xwe zindî bû. Bi projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk re û di heman demê de bi şoreşa Rojava re jî bi rengbûn û dewlemendiya Çand, ziman û Dîroka gelê Kurd,ev berbiçav bûye. Di nava şoreşê de rola jin di rengê çandê de diyarker e. Tevgera Hîlala Zêrîn jî pêşengiya vê dike. Koma stêra zêrin a girêdayî Tevgera Hilala Zêrîn serdana YPJ’ê kir. Kom ji aliyê Endama Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehmed, ji fermdarên YPJ’ê Viyan Adar û ji Şervanên YPJ ve hatin peşwazî kirin.

‘Dewlemendiya Çandê girêdayî fikra azad e’

Endama Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehmed, di derbarê dewlemendiyê çanda gelê Kurd axivî û da diyar kirin ku bi têkoşîna azadiyê re çand û huner jî gelek gavên giring avêtiye û wiha got: “Di Mezopotamya de gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e. Di nava têkoşîna me ya azadiyê de çand jî gavên giring avetiye. Ji ber ku çand jî giredayî fikir e, mirov çiqas azad bibe çiqas azad bifikire ewqas tiştên nû û berhem derdikeve. Ciwanên vê demê pir bi şans in. Bi rihê şoreşê jiyan dikin û xwedî nirxên jinê derdikevin û her wiha teyisandina çandê jî her roj dijwartir dibe. Herema me di warê çand û ziman de pir rengîne; gelê  Kurd, Sûryan, Ermen, Aşur, Tirkmen û Ereb  bi cil û berg, dilan û stranan hemû rengîniya xwe dinava hev de dihewîne. Lê ya girîng weke Kurd em ziman û çanda xwe ser koka xwe qut nekin. Em xwedî ziman û çanda xwe derkevin û dewlemend bikin. Dewlemendiya çand taybet weke jin ji bo  me pir girîn e. Ji ber çand û ziman bingeha xwe ji dayîkê tê û dayîk çand û ziman heta roja me ya îro parastiye. Ji ber vê dewlemendî û xwedî derketina çand erka jinê ya bingehîne.

‘Bi Netewa demokratîk em teyisandina hemû rengên netewan bikin’

Rêveberiya Hîlal Zêrîn a Kantona Qamişlo Rûken Mihemed destnîşan kir ku bi projeya netewa demokratîk hemû netew xwedî çand, ziman û diroka xwe derdikev in û wiha axaftina xwe domand: “Em wek zarokên vê şoreşê bi şoreşê re mezin dibin. Ji bo têkçûna vê şoreşê dijmin êrîşî nirxên me dike,  dixwazê çand, dirok, ziman û hunera me qir bikin. Bi êrîşan dixwaz in di her warî de, têkoşîna me tune bike û dagir bike. Avabûna  Hîlala Zêrîn  li beramberê  van êrîşan parastina nirx û çanda dayîkê ye. Bi projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk re em teyisandina hemû rengê netewan bikin. Hemû netew  bi reng û çanda xwe dibe perçeyek vê proje yê.”

   

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu