2025DîmenNûçe

Lî Dîjî Komkujîyên Jînan, Dengê Azadîyê Bîlînd Dîbe

 Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê û Keça dayîka Emîne Mîzgîn Xelîl derbarê komkujiya Helincê de axavî û wiha got: ‘Emê bibin şopdarên şehîdên xwe. Her dem û dewran emê  xwedî li xewn û xeyalên wan derkevin’

Sedsala 21 ‘emîn sedsala azadiya jinê ye. Jin ketiye ferqa xwe ya hebûn û azadiyê ku bi bîrdoziya rizgariya jinê ve têkoşîna xwe her warî de bilind dike. Ji ber vê her dem dibe armancê mêrên desthiladar. Li bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelek caran dewleta tirk a desthilatdar ku jinên ku pêşengtî ji civakê re dikin, dikin armanc. Dewleta Tirk a ku bi feraseta mêr a desthilatdar bi komkujî û suîkastan vîn û îradeya jinan dîxwaze bişkînê. Ji wan komkujiyan yêk jî, komkujiya Helince bû. Dewleta Tirk di 23’ê Pûşbera 2020’an de cara yekemîn bi balafirên bê mirov bi rengekî rasterast jinên ku di nava şoreşê de xwedî rolên girîng in, dike armanca êrîşên xwe. Di vê rojê de dewleta Tirk bi SIHA’yê li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê, mala endameke kordînasyona Kongra Star bombebaran kir. Di encama wê êrîşê de endama kordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, rêvebera Kongra Star a Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya mala hatiye bombebarankirin Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Derbarê komkujiya Helince Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê û Keça dayîka Emîne, Mizgîn Xelîl ji malpera me re axivî.

‘Cihê Komkujî Bû Warê Hêrsa Tekoşînê’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê û Keça dayîka Emîne, Mizgîn Xelîl di axaftina xwe de, di şexsê her sê jinên têkoşer de hemû şehîdên şoreşê bibîranî û wiha got: “Jin li ser vê erdnîgariyê de yekemîn car nabe armanca dewleta Tirk a dagirker. Hîna li hişême de zîndîye şewazê suikasta li Parîse li beramberî pêşengên tevgera jinên azadîxwaz Sakîne,Fîdan û Leyla pêşketî disa li bakurê Kurdistanê Pakîze,Sevê û Fatma  li  Rojavayê Kurdîstanê jî Zehra, Hebûn û Emîne û di heman demê de bi dehan jinên têkoşer bûne armanca dewleta Tirk a dagirker.

Mizgîn Xelîl bal kişand ser xebatê rêxistin kirina jinan û wiha berdewam kir: “Kar û xebatê Kongra star û rêxistinkirina jinan li ser dewleta Tirk a desthilatdar de tirs ava dike. Ji ber ve komkujiya Helincê hemberî tevgera jin û xebatê wê bû. Armanc ew bû ku ev komkujî û qetliam vîn û îradeya jinên têkoşer bişkîne, tirs û paşgav avêtinê bida çêkirin. Jinan bi bilindkirina têkoşîn û xurtkirina xebatê xwe ve bersiv da van komkujiyan. Cihê her sê hevalan ku lê Şehîd ketine niha bûye mûze. Dewleta Tirk a desthilatdar xwest ku li vir jinê tune û perçe  bike, di şexse jin de civakê de tirs bide ava kirin, li vir bike goristan, lê jin bi  xebatê xwe yên nûjên û xwedî  fikrê azad xwedî hemû nîrxên cîvaka xwe derketîn.

‘Bi Suîkast û Komkujiya Vîn û Îradeya Jinan Naye Şikandin’

Keça dayîka Emîne, Mizgîn Xelîl da diyarkirin ku ji bo xebatên rêxistinkirina jinan ewê bibe şopdarê şehîdan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi hatina salvegera wan şehîdan dikarim bibejim xewn û xêyalên hevalê me yê nêvî de maye, bi têkoşîna jinan ve derketiye asta herî jor.  Ji Rojava heta Rojhilat, ji Rohhilat heta Bakur û Başurê Kurdistanê dengê jinan bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ gerdûnî bûye. Her wiha li bakur rojhilatê Sûrî amedekarîya hevpeymanekî jin tê kirin. Vê hevpeymanê de jî tê dîyarkîrîn ku bi suîkast û komkujiyan vîn û îradeya jinan nayê şikandin û ji xebatên legerîna azadîyê dûr nakeve. Jin bi birdoziya rizgariya azadiya jin re rêxistinbûna xwe li hemberî feraseta desthilatdar a mêr xurttir dike. Ji bo avakirina civakek demokratîk emê bi birdoziya azadiya jin re pêşengî ji civakê re bikin. Emê bibin şopdarên şehîdên xwe. Her dem û dewran emê xwedî li xewn û xeyalên van derkevin.”

                                                        Navenda Ragihandina YPJ

                                                                   21.06.2025

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu