
Bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), em teqîna xwekujî ya terorîstî ya li Dêra Mar Elias a li taxa Douweila ya Şamê li dijî îbadetkaran pêk hat şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, xemgîniya xwe bi wan re diyar dikin û ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di salên borî de bi hemû hêza xwe li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir. YPJ hîn jî li dijî hemû şêweyên terorîzmê hêzek astengkar e.
Erîşa terorîstî ya tirsonek ku li Dêra Mar Elias li diji îbadetkaran pêk hat, ne tenê li dijî Xiristiyanan bû; ew êrîşek li dijî hemû gelê Sûriyê bû ku ji terorîzmê nefret dikin û ji aştiyê hez dikin. Di heman demê de ew êrîş, armanc dike ku hemû nirxên hevpar ên mirovî têk bibe.
Gotûbêjên ku nefrete gûrdikin, ji êrîşên terorîstî ne kêmtir xeternak in, ji ber ku ew dibin zemîn çêkirina ji bo terorîstên ku êrîşên xwe pêk bînin. Ev gotûbêjin bi nefret ji bo vê qonaxa hesas û çarenûsî ya ji bo Sûriyeyê ne guncaw e.
Em bal dikşînin ser rola rayedarên Sûriyeyê di hesabpirsîna sûcdarên vê êrîşa terorîstî ya xayîn de û di meşandina lêpirsînên rast û zelal de, ji bo sûcdar, teşwîqkar û piştgirên wan, pêşkêşî dadgehên edeletê werin kirin.
Em wekî Yekîneyên Parastina Jin, diyar dikin ku emê bi erkên pêşîgirtina terorîzmê rabin û bi ruhê berpirsyartî, welatparêzî û civakîbûyînê, li tevahî erdnîgariya Suriyê emê parastina jin û civaka Sûrî bikin. Û em amadebûna xwe ya herdem ji bo tevlîbûna her hewildaneke ji bo pêşîgirtina terorîzmê nişan didin.
Fermandariya Giştî ya YPJ
23.06. 2025