‘Şehîdên Mîna Dayika Fewziya Rêya Me Ronî Dike’

7

Em demekê bi baldarî êrîşên giredayî çeteyên hukumeta veguhêz ya Surî ku li  ser gelê me yê durzî dişopînin. Em wan êrîşên ku derqanûnî û dervê exlaqê mirovî bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku kesên hedef tên girtin zarok, jin û gelê me yên sivîl e. Di heman demê de ev êrîşên bê sînor talankirina gund heya êrîşa li dijî rûmeta mirovan armanca tunê kirina çanda gelê me yên Durziyan di hindurê xwe de dihewîne. Çanda dewlemend ya gelê Durzî jî perçeyekê giring ji mozaîka Surî ye. Di encama van êrîşên hovane de gelê herêmê xwestin xwedî çand û rûmeta xwe derkevin ji bo vê yekê mafê xwe parastina rewa bikaranî, bi vî awayî gelek ciha pevçûn rû da. Di encama van pevçûnan da gelek mirovên ku xaka xwe giredayî jiyana xwe ji dest da.

Em weke Yekineyên Parastina Jin YPJ destpêke ji malbatên wan re sersaxî û birîndaran re jî şîfa dixwazin. Em van êrîşên li dijî avabûna Suriya demokratîk ku yekîtiya hemû gelan diparêze wek xeteriyekê mezin dibînin. Ev êrîş bingeha xwe feraseta zilamê serdest digre û gîştî gelê herêmê de metirsiyekê mezin dide avakirin. Bê gûman ên ku bi hinceta ewlehiya herême dixwaze wan êrîşa mafdar nîşan bide li ber çavê cihanê ewlekariya Suriyê têk dibe û aramiya herêmê xirab dike. Ji bo aramiya heremê, gelê Durzî berxwe dide û parastina xwe rewa bikar tîne. Ji bo vê yekê tu pirsgirek van êrîşên hovane nikare mafdar bike. Ji bo aramiya heremê em bang hemû hêzên Suriye dikin pewîste hemû pirsgirek bi rêya diyologa were careser kirin.  Ji bo em bikaribin pêşiya diyaloga vebikin bi yêkîtiyekê hevgirtî ya jinan û gelan pêwîste. Ji bo ve em dubare bang dikin ku hevbeş em pirsgirekên Suriye careser bikin û Suriya demokratîk  ava bikin.

Di parezgeha Siwêda li gundê Eldor di encama êrîş û pêvçunek dijwar de gelek kes jiyana xwe ji dest da û her wiha ji aliyên êrîşkaran ve hijmarek jin hatiye revandin. Di nava van jinên ku êrîşekê hovanê re rû bi rû hatin de dayika ku bi navê Fewziye Fexredîn El Şaranî  seknekî bi rûmet nîşan dide. Ji bo vîn û rûmeta xwe xwedî derbikeve li dijî van çeteyên hov tax û gundê xwe diparêze. Ev jina şerker û serhildêr di pevçûne de bi hersekê mezin 6 çeteyan dikuje û heya guleya xwe ya dawî berxwe dide. Ev sekin ji bo hemû pekhateyên Surî taybetî yên jin  bangekî xwe parastin û rêxistin kirinê ye. Bê xweparastina rewa mirov nikare behsa jiyanekê azad û ewle bike. Em beramberî şehîda nemir Fewziye Fexredîn El Şaranî bejna xwe ditewînin û bi rêzdarî bibîr tînin. Şehîdên mîna dayika Fewziya rêya me ronî dike. Ew di têkoşîna ji bo Suriya demokratîk dibê rênîşana me.

 

Fermandariya giştî a yekineyên parastina jin YPJ      

15 /07/2025