Ji Bo Raya Giştî

9

Em qetlîama ku  li ser gelê Durzî tê kirin şermezar dikin û  em li cem jin û sivîlanin. Êrîşên komên radîkal ên cîhadîst ku di bin pêşengtiya hikumeta Şamê de bi pêşket careke din sivîlên bê guneh kiriye armanc. Bi teybetî tundiya sistematik ya li dijî gelê Durzî, qetlîam û êrîşên wehşî yên li dijî jinan, gefeke raste rast ya li dijî rûmeta mirovahî û azadiya jinan e. Em wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) van êrîşên hovane bi awayeke tund şermezar dikin.  Armancgirtina jinan, zarokan û sivîlan;  bi tu feraseta exlaqî û mirovîre li hev nake. Ferasetên bi vî rengî, dijminê  baweriyên cûda, azadiya gelan û hebûna jinane. Gelê Durzî ne bi tenê ye. Em weke şervanên jin amade ne li dijî  her êrîşên li ser vîna gel, heqê jiyanê û baweriya azadiyê tên meşandin  bisekinin. Ger were xwestin  li dijî êrîşên tarî yên  ku jin tên armanc girtin û ji bo  parastina jinên Durzî û gelê sivîl  em  ji her erk û berpirsyariyê re amade ne.

Weke YPJ’ê  li kuderê dibe bila bibe li  dijî  êrîşên li ser jin û gelê bindest sekînin, tenê ne erka me ye bingehê hebûna me ye. Pêwîste hesabê  van qetlîamên ku jinên Durzî  pê re rûbirû maye were dayîn,  kesên ku ev suc kirine werin darizandin û edalet pêk were. Wê têkoşîna ku ji bo biratiya gelan, azadiya jinan û bi hevre jiyan kirina baweriyan  tê dayîn paş de gav neavêje. Em li cem gelê Durzî ne. Wê jin bêdeng neminin, serî netewînin. Jin, Jiyan, Azadî.

                                                             Fermandariya YPJ’ê

                                                                  16.07.2025