Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê di salvegera Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan de wan bi bîranîn û da diyar kirin ewê xeyalên wan yê mezin pêk bînin û bibin şopdarên wan.
Ji bo azadiyê û xwebûnê gelek berdêlên giranbuha tên dayîn. Her şehîdek dibe rênîşandêra rast a jinên azadîxwaz. Ew bi jiyan û têkoşîna xwe ya tijî fedakarî, azwerî û cesaret dibin hêviyên zarokên pêşrojê. Ji wan egîd û zîlanan yek jî Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan in. Ew hersê jinên têkoşer di 22 Tirmeha 2022’an di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de gihan asta şahadetê. Derbarê Şahadeta hersê jinên têkoşer de Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê axivî û bi boneya salvegera 3’emîn a hersê şehîdên leheng wan bi rêzdarî bi bîr anî.
‘Ew Çavkaniya Me Ya Hêz û Moralê Bûn’
Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê di kesayeta şehîd Jiyan de hemû Şehîdên şoreşê bi bîr tîne û wiha dest bi axaftina xwe dike: “Heval Jiyan ne tenê fermandarek bû di heman demê de hevala me ya demên zor û zehmetiyan bû. Ew di nava jiyanê de cavkaniya me ya hêz û moralê bû. Bi ciwanan re ciwan bi mezinan re mezin bû. Ew ezmûna jiyan û şer bû.”
Dilbirîn Kobanê kesayeta Fermandar Jiyan vegot ku ew di her warî de dagirtî û pêşeng bû û axaftinên xwe wiha dewam kir: “Heval Jiyan rêheval û fermandara me bû. Bi ezmûnê xwe yên şer, gel û jinan parast û hertim ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşiya. Di êrîşên DAÎŞ’ê de bi taktîkên xwe yên dewlemend re hemû êrîş û hewildanên çeteyan vala derxist û ji şer re pêşengtî kir. Heval bi tenê bi qada leşkerî re sînordar nema, ew di warê perwerde, rêxistinî, siyasî û îdeolojîk de jî xwe pêşxistibû. Ji ber vê hertim di nava jiyanê de zindî û rûken bû.”
‘Rêheval û Fermandara Jiyanê bû’
Dilbirîn Kobanê bal kişand li ser girêdanbûna fermandar Jiyan a bi Rêber Apo û rêhevalên wê re û wiha got: “Heval Jiyan rengê vê jiyanê bû. Ji ber ku yê ev jiyan afirand Rêber Apo bû, dixwest bi her awayî jiyanê biparêze û xwedî li nirxan derbikeve. Di heman demê de heval Jiyan girêdayî mîmarê vê Jiyanê bû. Ji bo xwedî vê jiyanê derkeve hertim di nava têkoşînê de bû. Mînak ji bo ditîna hevalên xwe yên gazî û birîndar hemû kar û xebatê xwe dida sekindandin. Ji ber vê şahadeta heval Jiyan gelek ji me re giran tê. Gelê Kurd şoreşgereke xwe ya mezin wenda kir. Em jî di her demên xwe de di wê hewildanê de ne ku xwedî li ked û têkoşîna heval Jiyan û rêhevalên me yên şehîd derbikevin.”
Di dawî de fermandar Dilbirîn Kobanê her sê hevrêyên şehîd bi bîr anî û carek din soza şopandina rêya wan da.
Navenda Ragihandina YPJ e
22.07.2025








