Jina Êzîdî Reham Hecî pîştî 11 salan ji aliyê YPJ vê jî destê rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê hatê rizgarkirin.
Reham di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve di dagirkirina Şengalê de hat revandin. Reham Hecî yek ji zêdetirî sê hezar jin û zarokên ku hatin revandin bû. Dema ku ew hat revandin, ew 10 salî bû. Piştî 11 salên dîlgirtinê, di operasyoneke YPJ’ê de hate rizgarkirin. Reham ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hatibû rizgarkirin, radestî hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) kir jî bo ku radestî malbata wê bê kirin.
YPJ’ê diyar kir ku heta hemû jinên Êzidî werin rizgarkirin, têkoşîna wan li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê wê bi xwe hemû dijwariya xwe berdewam bike.
Navenda Ragihandina YPJ ê
24-07-2025










