Em di salvegera fermana 3’yê Tebaxê, di serî de hemû cangoriyên fermanê bi bîrtînin. 3’yê Tebaxê gelê Êzîdî û hemû gelên Kurdîstanê carek din şahîdî ji fermana 73’an re kir. Bi vê fermana DAÎŞ’ê re careki din komkujiyeke lî ser gelê me yê Êzîdî pêk hat. Li hemberî vê komkujiyê dewleta Iraqê ü rêveberîya herema başurê kurdıstan helwesta bêdengiyê ü ne parastınê esas gırtın.hemû hêzên hegemon bûn hevkarê fermana cîvaka Êzîdîyan. Li hemberî qêrînên jîn û zarokan gêrîlayên azadîya Kurdistanê berpirsyartiya destpêkê girtin ser mılê xwe ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Li gel hemû astengiyan li kêleka civaka xwe ya Êzîdî sekinîn û Şengala ku xwedî dîrokek kevanr e parastin. Dema ku ev komkujî di astekî herî dijwar de pêk dihat şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi korîdorekî ewlekariya mîrovî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdîstanê de vekirin. Bi sedan şervanên YPJ’ê û YPG’ê xwe li beramberî zihnîyata DAÎŞ’ê kirin mertal û cîvaka Êzîdî parastîn. Gelek rêhevalên me di oxira rizgarkirina Şengalê de gihan asta şehadetê, dubare em van cangoriyên azadiyê bibîrtînin.
Zihniyeta cîhadîst ü faşist ya DAÎŞ’ê di şexsê jin de nirxên civakê ü jiyanê dike armanc,qetılkırın, revandin, firotin û wek cariyeyên xîlafetê bikar anîna raste rast êrîşeke polîtîk îdeolojîk e. Bi van êrîşan re yekser bîrdoziya azadiya jînê armanc digrin. Beramberî van êrîşan bi pêşengtiya jinên Êzîdî de gelê me yê Şengalê çek rakirin û xwedî li rûmeta xwe derketin. Ji ber êdî dı vê sedsalê de tu cıvak nıkarê bê parastina rewa jiyana xwe û çanda xwe bidomînin. Civaka me ya Êzîdî ev 11 sale ji bo ku nasname û statûya wan bi awayekî fermî bê naskirin, têdikoşin û bi parastina rewa pergala xwe ya rêveberiya xweser dane avakirin.
Di roja me ya îro de jî bi sedan jinên Êzîdî dinava pençên DAÎŞ’ê de dîlgirtî û li benda xelasiyê ne. Şervanên YPJ’ê heya niha gelek jin û ciwanên Êzîdî ji destên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Em wek YPJ’ê xwe li hember rizgarkirina hemû jinên êzîdî berpirsyar dibinin, ü têkoşîna me wê ji bo hemu jinên lı Sûrya ü jinên ku di destê DAÎŞ’ê de dîl hatîne gîrtîn de be .
Gelê me yê şengalê bi biryarin ku ax û rûmeta xwe her tim biparêzin. gelê Şengalê Fikrên Rêber Apo yên çareseriya cîvaka demokratîk bi pergala xwe ya rêveberiya xweser ya Şengalê jiyanî dike û ewlekarîya xwe misoger dîke. bi stratejîya Xweparastinê wê tekoşîna jınan her ku biçe lı beranberi zıhniyeta dewlet ü mêrê serdest bıbe çanda jiyana azad a jê neveger. weke YPJ’ê wê tekoşîna rizgarkirina jinên Şengalê erka me ya sereke be û di hemû kêliyên têkoşînê de emê li gel civaka Êzîdî amade bin. Li ser vê bıngehêem carake dın jı şehidên azadiyê re, ji dayikên şehıdan re,hemu jın ü gelê êzîdî yê ku dı fermanêde jiyana xwe jı dest dan re soza welatê azad dıdın,soza me wê bıbe tekoşina me.
Fermandariya gişti a YPJ ê
03,08,2025










