Yekîneyên Parastina Jinan 10’emîn salvegera damezrandina Hêzên Parastina Jinên Suryanî yên Beyt-el-Nehreynê pîroz kir

8

Hêzên Parastina Jinên Suryanî yên Beyt-el-Nehreynê di 30’ê Tebaxê de li Stadyuma Pardis li Qamîşlîyê 10’emîn salvegera damezrandina xwe bi merasîmek leşkerî pîroz kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) salvegera damezrandina Hêzên Parastina Jinên Suryanî yên Beyt-El-Nehreyn li jinan pîroz kir. Fermandara Yekîneyên Parastina Jin Viyan Adar ev roj li jinan pîroz kir. Di axaftina xwe ya di merasîmê de, bal kişand ser rewşa xeternak û hestîyar a ku em niha li bakur-rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû ne. Wê axaftina xwe bi vî awayî dest pê kir: “Bi vê boneyê, em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û li ber giyanên wan ên paqij bejna xwe ditewînin. Jinan di parastina ewlehiyê û hişyarkirina civakê de roleke girîng lîstine û ew dizanin ku herêm bi xetereyên cidî re derbas dibin.”

Viyan Adar behsa rewş û bûyerên heyî yên li hemû herêmên me û li seranserê Sûriyeyê kir û got, ji ber ku wan fêm kir eger jin serî hilnedin, ew ê hêza xwe winda bikin, wan hêzên xwe yên parastinê afirandine. Wê destnîşan kir ku pir girîng e hemû jin rêya parastin û têkoşînê bigirin û xwe wekî beşek ji wê bibînin, da ku karibin destkeftiyên xwe biparêzin. Di dawiyê de, wê girîngiya xebata Hêzên Parastina Jinên Suryanî a Beyt El-Nehrên û pîroziyên wê tekez kir û axaftina xwe bi gotina “Em piştrast dikin ku bi yekîtî û hevgirtina jinên Suryan , Ermenî, Kurd û Ereb em ê Sûriyeyek demokratîk ava bikin û em ê bibin garantorê ewlehiya jinên Sûrî û tevahiya gelê Sûryeyê.”

       Navenda Ragihandina YPJ

                                                                                                31. 08. 2025