EV EZMÛN CESARET Û BAWERÎ DA MIN

6

Di 30ê Tebaxa 2015’an de, Hêza Parastina Jinan a Bet-Nehreyn hate damezrandin, gaveke dîrokî ku armanc dike jinan di warên wan ên cûrbecûr de bihêz bike û biparêze, û mafên wan li her derê biparêze. Vê rojê piştrast kir ku ew ne tenê bîranînek derbasbûyî ye, lê belê pênaseya peymana ku me bi dîroka vedîtina me ya bi heybet û helwesta me ya qehreman ve girê dide.

Di vê çarçoveyê de, Nûr  Sûryan, nûnera Yekîneyên Jinên Suryanî yên Beyt el-Nehreyn, girîngiya damezrandina van yekîneyan tekez kir û wiha rave kir “Ev roj piştrastkirinek bû ku em, wekî jin, ne tenê jinên asayî ne, lê belê em beşek ji hêzek kolektîf in ku dikare sînorê tirs û bêdengiyê bişkîne û wêneya stereotîpîk a ku ji hêla civakê ve li dora jinan hatiye ferzkirin biguhere. Me îspat kir ku ji bo jinên Suryanî, Asûrî, di siyê de cihê wan tune ye, lê belê em di dilê şerê hebûnê û beşdariya çalak de di parastina ax û mafên xwe de ne.”

Nûr Suryanî bal kişand ser Ezmûna leşkerî her wiha nîşan da ku hêza rastîn ne tenê di çekan de ye, lê di hişmendî, bawerî û pabendbûna û bi girêdana bi armancê de ye û axaftinên xwe wiha derbirî: “Ev ezmûn cesaret û bawerî da min bi taybet li ser bandorkirina li ser warên cûrbecûr ên leşkerî, siyasî û civakî, û ji min re piştrast kir ku hebûna me wekî jin pêdiviyek neçar e. Vê ezmûnê di hundurê min de baweriya ku jin di avakirina hevsengiyek di civakê de rolek bingehîn dilîzin, ku dibe sedema pêkanîna civakek demokratîk a li ser bingeha dad û wekheviyê. Di asta sazûmanî de, kêliyên serbilindiyê yên ku me bi hevalên xwe yên jin re jiyan kirin piştrast kirin ku em dikarin bi hev re destkeftiyên mezin bi dest bixin. Wan kêliyên piştgiriyê ji bo hev îspat kirin ku ev hêza rastîn ew e ku dengê jinan bînin meqamên biryardanê û mafên wan bi dest bixin.

Wê hestên xwe jî anî ziman û got: “Bi xwe, hesta serbilindiyê ya ku min di kêliya cilên leşkerî li xwe kir hîs kir, bêhempa bû. Vê kêliyê ji min re piştrast kir ku ne tenê lixwekirina cilên leşkerî ne, lê belê dijderketina li ramanên kevneşopî bû ku rola jinan di civakê de tenê bi erkên malê û sivîl kêm dikin. Ew cil li ser hilbijartina li eniyên pêşîn, mil bi mil bi şervanan re, di şerê maf û rûmeta me de bû.”

Nûnera Hêzên Parstina Jinên Suryan a Beyt El-Nehrên, ji tevahî jinan re banga ku divê xwe biparêzin kir û peyama xwe wiha pêşkêş kir: “Peyama me ya îro ji cîhanê re ev e ku girîng e jin di hemû aliyên civakê de, çih di siyasetê de, aboriyê de, leşkertiyê de, bibin beşek girîng. Beşdarbûna me piştrast kir ku ew rêya bidestxistina hevsengiya ku civakê  hewce dikin e. Em, jinên Hêzên Parastina Jinan ên Beyt El-Nehrên, dê di rêya xwe de israr bikin heta ku em bigihîjin rojekê ku edalet û wekhevî pêk were, û her jin bikaribe di civakekê de ku rola wê ya çalak dinirxîne, bi azadî û rûmet bijî.”

Navenda Ragihandina YPJ

31.08.2025