Berdevka Yekîneyên Parastin Jin YPJ’ê, Ruksen Mihemed di derbarê qonaxa nû ya ji operasyonên “Mirovî û Ewlehî” Ku îro li kampa Holê, beşa Mûhacîratan dest pêkiriye, axivî
Ruksen Mihemed bi giştî li ser sedem û armancên operasyonê axivî û di axaftinên xwe de wiha diyar kir: “Ev operasyona ku îro em wek YPJ û Hêzên Ewlekariy Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin ê Bakur-Rojhilatê Sûriyê û bi destekdayîna QSD’ê û koalîsyona navnetewî dest pêkiriye, di encama xeteriyên ku di nava kampê de ru didan û hewildanên bê navber ên şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê, de pêwîstî pê hate dîtin.”
Berdevka YPJ’ê diyar kir ku di hundir kampê de zêdetirî 30 caran êrîş li hember xebatkarên ku di saziyên mirovî yên xizmetguzariyê, hatine kirin û bi vê operasyonê ew dixwazin pêşiya van êrîşan bigrin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “ Îro em di kampa Holê de dibînin ku ji hêla îdeolojiya DAÎŞ’ê ve Eşbal El-Xîlafe tên perwerde kirin. Bi îdeolojiya terorîst li ser hişmendiyeke tundrew wam mezin dikin û li dijî civak û hêzên me êrîşan pêk tînin. Armanca DAÎŞ’ê ewe ku bi riya hin jinên nava kampê de û bi rêya zarok û ciwanan temenê xwe dirêj bike, aramî û ewlehiya kampê jî dixe nava xeteriyê de.
Ruksen Mihemed di dawiya axaftina xwe de girîngiya kontrol çêkirina li ser kampê anî ziman ku kampa Holê bombeyek li benda teqandinê ye û got: “Niha li tevahiya Sûriyê û bi taybet li Bakur- Rojhilatê Sûriyê ewlehî û aramiya di nava civakê di bin metirsiye de ye. Derveyî kampa Holê gelek operasyon li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê çedibin. Ji ber hewildanên wan a xerakirina ewlehiyê li tevahiya heremên me çêdibin. Emê her tim di wê pozisyona parastina gelê xwe de bin û emê ti caran nehêlin ku DAÎŞ armanên xwe pêk bîne.”
Navenda Ragihandina YPJ’ê
05.09.2025









