Bi hevbeşiya Hêzên Ewlekariya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye û YPJ’ê operasyona ku îro di demjimêrên sibehê de dest pêkiriye de daxuyaniyeke berfireh hate ragihandin. Di vê daxuyaniyê de yek ji sedemên li darxistina vê operasyonê, wek perwerdekirina zarokên ku bi navê Eşbal El-Xîlafe tên mezin kirin bû. Ev zarok ji bo pêşeroja mirovahiyê xeterî û metirsiyeke mezin ava dikin. Ji ber li ser bîrdoziya cîhadîst ê çeteyên DAÎŞ’ê tên perwerde kirin.
Em Hinek Dîroka Kampa Holê Nas Bikin:
Kampa Holê dikeve rojhilatê bajêrê Hesekê û nezî sînorên Iraq’ê ye ji aliye ewlehiye ve xala herî bi pirsgirek û metirsîdar a bakur û rojhilat Sûriyê ye. Kamp di sala 1991’an de ji bo penaberên Iraqê yên ji şerê Kendavê yê duyemîn rewiyanê hatiye avakirin. Bi dawî hatine şerê Kendavê re penaberên Iraqî vegeriyenê mala xwe û kamp hatiye girtin. Lê piştî êrîşa Amerîkaye li ser Iraq’ê a 2003’an kamp ji nû ve hat vekirin.
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê çeteyên DAÎŞ’ê kamp dagirkirin û bajarokê holê wek riya derbaskirina navbera Sûriyê û Iraqê bikaranîn. QSD û YPJ’ê 15’ê Mijdara 2015’an da bajarok û kampa Holê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Koçberên Sûriyê yen ku ji ber êrîşên rejima Baas, Dewlet Tirk ya dagirker û çeteyên wê El Nusra û DAÎŞ’ê reviyan bi cih kirin. Piştî ku DAÎŞ Adara 2019’an de ji aliyên hezên QSD û YPJ ve di pêngava Baxozê de ji ve erdnigariye tê paqij kirin, nêzî 12 hezar çeteyên li bajarokê Baxozê ye Derazorê dîl hatibûn girtin, şandin girtîgehên cuda yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Malbatên çeteyan jî li kampa Holê hatin bi cih kirin.
Di Kampa Holê De Gelo Rewşa Zarokên Ku Bi Aqilê Jina Ku Bi Zihniyeta Daîş’ê Hatiye Perwerde Kirin Çiye?

Di heqîqeta mirovahiye de civakbûn pivanê sereke yê jiyanê ye. Ya ku jiyanê diafirîne reng û dengê wê bi etîk û estetîka jiyanê re dixemlîne bêguman dayik û jin e. Dema em dibêjîn ‘Jin Jiyan Azadî’ ew ne tene silogan e lê mixabin heqîqet di cewherê de bi feraseta zilam re hatiye berovajî kirin. Jin jî ji xweşikbûna xwe ya fikir û zikir dûr ketiye. Fikir û zikre wê wek bedena wê ketiye nava çarşava reş da. Jina ku xwe bi çarşavê reş dorpeç kiriye bi rastî jî ji nûve zindîkirina DAÎŞ’ê de rolekê sereke dilîze. Rexistina terorîst ya DAÎŞ’ê ne tene jin xist nava çarşave reş di hema deme de fikir, rih û hestê wê jî parçe kir, kir dijminê hebûn û azadiya jin û jiyan e.
Di Kampa Hole Da Jinên DAÎŞ’ê Zarokan Bi Zihniyeta Cihadist Ya DAÎŞ’ê Mezin Dikin
Dema em derbasî kampê dibin û em bawerin ku gelek kesan di wenêyan de jî ev rastî şênber dîtine. Em dibînin yên ku em dibêjin zarok ne zarokin. Bi nefretekê mezin mirovan mêze dikin, dema tiliya xwe dirêji te dikin bi tevgera xwe gef kuştinê li te dixwin. Mirov di rûyên van zarokan da ne kenê zarokekî ne tevgera zarokekî û ne jî pakbûna zarokekî dibine. Pêwîste xeteriya ku li ser van zarokan û xeteriya van zarokan li ser giştî mirovahiyê, were ditin. Zarokên ku tên temenekê ji van malbatên cîhadîst bên veqetandin û saziyên mirovî destekê pêwîst bê dayîn. Ji bo em van zarokan ji nu ve tevlî civaka exlaqî û polîtîk bikin, divê ji nava feraseta cîhadîst bên rizgar kirin. Yek ji armancên vê operasyonên ku bi pêşengtiya jin de tên li darxistin, ewlehiya zarokan û tevahî mirovahiyê misoger kirin e.

Navenda Ragihandina YPJ
05.09.2025









