Duh li bajarê Reqa ji bo bîranîna salvegera şehadeta Hevrîna Xelef, vestîvala Aşîtiyê hate lidarxistin. Di vestîvalê de ji tevahiya sazî û destgehên rêveberiya xweser ên civakî yên bakur-rojhilatê Sûriyê amede bûn, her wiha ji YPJ’ê Endama Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî amede bû.
Endama Fermandariy Giştî Ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di vestîvalê de axivî û anî ziman ku şehîdxistin Hevrîn ne dawiya têkoşînê ye, lê belê bû destpêkeke nû ji bo ronîkirirna yekgirtina gelan. Her wiha tekez kir ku meşa Hevrîn misogerkirina têkoşîna azadî û wekheviyê bû. Herî dawî Rohilat Efrîn destnîşan kir ku wê heya azadî pêk neyê, rawestandin çênebe û carek din soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
13/10/2025










