Duh vestîvala Aşîtiyê ji bo Şehîd Hevrîn Xelef hate bibîrxistin

14

Li bajarê Reqa, îro di çalakiyek mirovahî û ruhdarek girîng de, vestîvala Aşîtiyê ji bo bîranîna şehîda Hevrîn Xelef hate li darxistin

Vestîval bi beşdariya  gelên heremê, çalakvan û nûnerên rêxistinên civakî hate çêkirin . Bi gotinên bi bandor û hunerên çandî, bîranîna Hevrîn Xelef bi serfirazî hate bi nirxkirin ku di dilan de ew wekî nimûneya aşîtî, Hevrîn giyanê têkoşînê û ramana azadîyê di tevahî jinên heremê de teyîsand..

Di nav gotinên herî xweşbîn û hêzdar de, gotina dayika şehîd Hevrîn, Sûad hisên bû ku serbilindiya xwe ya bi keça xwe dan nîşandan û wiha got: “Hevrîn ne tenê keça min bû, ew dengê maf û ji gelê xwe re ronahiya heqîqetê bû. Şehîdbûna wê ne dawî ye, lê destpêka nû ya ji bo hemû kesên ku bi dadiyê bawer dikin ne.”

Her wiha dayîka şehîd Hevrîn Xelef axaftinên xwe domandin û got: “Em bawer in ku xwîna Hevrînê li erdê nemîne. Aştîya rastîn dê bi serkeftina nirxên dad û azadîyê pêk were.”

Vestîval bi slogan û bangên ku giyan û ramanên şehîdan nûjen dikin ji hêla beşdarvanan ve ku dihatin avêtin, bi dawî bû. Her wiha beşdarvanan piştrast kirin ku dê bi berxwedan û baweriya xwe li ser rêya şehîd Hevrîn Xelef bidomînin, heya pêkanîna aşîtî, azadiya xwe.

 

                                 Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

                                                          13/10/2025