Li Dêrezorê Civînek Berfereh ji bo Xurt kirina Ewlehiyê hat li Darxistin

12

Dêrazorê… Civînek Berfireh Ji Bo Xurtkirina Ewlehî, Xizmetguzarî û Têkiliyên Di Navbera Hêz û Niştecihên Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê de Hat Li Darxistin

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), civînek berfireh bi serokên eşîran û rewşenbîrên ji deverên El-Buseyra, El-Şuheyl û El-Zîban re li dar xist. Armanca civînê nîqaşkirina rewşa ewlehî û xizmetê û xurtkirina hevkariya hevbeş di navbera hêzên leşkerî û civaka herêmî de bû.
Di civînê de Fermandarek ji QSD Sîpan Efrîn, Fermandara YPJ Zîlan Cesûr, Fermandarê Meclîsa leşkerî ya Dêrazorê Ayed Turkî El-Ebdullah û rêveberê Ofîsa Têkiliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kantona Dêra Zorê Mecîd El-Arak amade bûn.
Di civînê de, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û Sîpan Efrîn rewşa giştî ya herêmê û pêşketinên ewlehiyê yên dawî nîqaş kirin û girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê bi rêya xurtkirina hevkariya di navbera hêz û niştecihan de tekez kirin. Her wiha wan rola girîng a Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di şerê li dijî terorê û zuhakirina çavkaniyên wê de ji bo misogerkirina ewlehiya domdar li gundewarê rojhilatê Dêrazorê tekez kirin.
Her wiha Fermandaran pêşniyarên serokên eşîran, rewşenbîr û niştecihan li ser rêbazên pêşxistina xizmet û saziyan guhdarî kirin. Wan mekanîzmayên ji bo baştirkirina rewşa perwerdehiyê nîqaş kirin da ku nifşê nû di avakirina civakeke saxilm de xwedî rol bin.
Amadebûyan tekez li ser rola neteweyî ya eşîran di pêşvebirina aştiya sivîl û xurtkirina tevna civakî de kirin. Di heman demê de destnîşan kirin ku têkiliya xurt di navbera hêzên leşkerî û niştecihan de stûna bingehîn a ewlehî û aramiya domdar temsîl dike û tekezz kirin ku yekîtî û hevrêziya hevbeş rêya pêşerojek ewletir û aramtir ji bo gelên herêmê misoger dike.

                                                     Navenda Ragihandina YPJ’ê

                                                                   15.10.2025