Home 2026 Armancgirtina Jinan Gefê Li Aştî û Aramiya Gelên Sûriyeyê Dike

Armancgirtina Jinan Gefê Li Aştî û Aramiya Gelên Sûriyeyê Dike

82

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Roksan Mihemed li ser giraniya êrîşên dawî yên li Hesekê axivî û diyar kir ku armanckirina sembolîzma jinan û biçûkxistina têkoşîn û qurbaniyên wan armanc dike ku herêmê bêîstîqrar bike û di navbera pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê, bi taybetî Kurd û Ereban de, nakokiyan derxe holê.

Roksan Mihemed tekez kir ku jinan bi têkoşîna û beşdariya xwe ya siyasî, civakî, rêxistinî û leşkerî, şiyana xwe ya ji bo guhertinên erênî îspat kirine. Wê bal kişand ser ezmûna jinên li Rojava yên ku rola wan a bingehîn di avakirina civakeke aştîxwaz û aram de ku rêzê li cihêrengiya xwe digire, xurt kiriye û

rave kir ku êrîşên li ser nirx, hebûn û îradeya jinan zîhniyetekê nîşan didin ku dixwaze civakê qels bike û têkiliyên di navbera gelan de hilweşîne. Her wiha tekez kir ku ev ne pêkanînên  tesadufî ne, lê beşek ji planeke ku peyamên ku gefê li hevgirtina civakî, ewlehî û aramiyê dixe, hildigire.

Wê tekez kir ku armanckirina jinên Kurd, qurbaniyên wan û statuya wan jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de tehdîd dike û derî li ber alozî û dabeşbûnan bêhtir vedike. Roksan Mihemed tekez kir ku naskirina hebûn, nasname û îradeya jinan şerteke bingehîn e ji bo her rêyeke cidî ber bi guhertineke demokratîk li Sûriyeyê û banga rêzgirtina li mafên hemû beşên civakê û misogerkirina beşdariya wan a siyasî û civakî, bêyî dûrxistin û cudakariyê kir. Her wiha daxwaz kir  kesên ku berpirsiyarên, gef, êrîş û kiryarên ku li ser civakê dikin  berpirsiyar bên girtin û destûr neyê dayîn ku ji encamên qanûnî birevin û tedbîrên cidî werin girtin, da ku aştiya sivîl were parastin û pêşî li gurkirina pevçûnan were girtin.

Wê di dawiyê de piştrast kir ku têkoşîna jinan dê berdewam bike û qurbanî û têkoşîna wan mafê wan dide ku nasname, maf û statuya xwe biparêzin, û ji bo parastina destkeftiyên xwe û xurtkirina ewlehî, aramî û jiyana hevbeş di civaka Sûriyeyê de bixebitin.