Gelê Kurdistanê di riya şoreşê de gelek ewladên xwe yên giranbûha û qehreman feda kirine û hina jî di heman rengî, gelek jin û mirxwazên vê xakê xwe feda dikin. Reberê gelê Kurd li ser pakrewanên piroz wiha dibêje,’’ Em şehîdan dispêrin dilê xwe naspêrin xakê’’. bi her şahadetekê re me sozek daye û em soza xwe jî bi gavên pir xurt pêktînin û têkoşîna xwe jî pêş de dibin. Em jî wek şagirtên Rêber Apo, hevre û şopdarên şehîdên qehreman em sozdariya xwe bi pakrewanên xwe re tînin ziman û em dibêjin şehîd pêşengê riya me ne, berhema ked û fedaîtiya wan em ê biçin serkeftinê û paradigma Rêber Apo emê pêkbînin.
Di seri de em ji Rêber Apo, ji malbata xwe ya heja û welatparêz re tevahî gelên xweyê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin. Di nava şoreşê de her bedêlek ji bo me ne windahiyek deskeftiye
Bi şahadeta her jinekî berxwedêr û dilwêrek bi sedan jinên ciwan çeka şeref û xîretê ya şehîda radikin û beşdarî têkoşîna wekhevî û azadiyê dibin. Şahadeta rê hevala me Delîla Dêrsîm bi nasnav Nazan Ağırman ku jı herema Mêrdinê ye 11’ê çile ya 2025’an li eniya sedta Tişrîn de di encama lêdana balafira keşfê yên dewleta Tirk ya dagirker de gehiştiye şahadetê. Em Rêhevala xwe Delila Dersim bi hûrmet û minnedarî bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî maznahî û piroziya wê tînin ziman. di şaxsê heval Delîla de tevahî şehîdên şoreşê re giradan û dilsoziya xwe dubare dikin. Bila malbata me ya welatparêz bi rehevala me jina têkoşer Delîla serbilind û şahnaz bin ji ber rêheval Delîla heya kêliya jiyana xwe ya dawi bi armanca doza azadiyê re têkoşiya û bû yêk jî remza berxwedana şoreşa Rojava û îro ji bo jinên cihanê û tevahî mirovahiyê heviya azadiyê.
Hevala Delîla wekî keçekî Kurd ji malbatekî welatparêz li bajarê Mêrdinê sala 1989’an de hatiye dinê. Malbata Ağırman, rêhevala me bi heskirina welat û çanda Kurdperwerî mezin dike. Malbata heval Delila di pevajoyekî ku hebûn û tûnebûna Kurdan di naqaşê de bû, doza azadiyê nas dike. Yek jî malbata ku destpêka vejina Kurd de, xwedî roleke giring hil dide ser milê xwe. Wek hemû gelê me yê azadîxwaz pir zextên dijwar yên dijmin re şahîdî dike. Ji ber zexta dijmin malbata hevala me neçar dimîne û berê xwe dide koçberiyê. Rêheval Delila bi berikirina welat ya kurd ve bi salan jiyan dike. Ruxmê ku ji welat dure û di navenda pergala Kapîtalîzmê de jiyan dike lê dev ji çanda xwe ya kevnar ber nade hertim xwedî çand û zimanê dayika xwe der dikeve. Xeyalên wê êdî ji nûve gehandina welat bû. Bi vê evînadariyê sala 2009′ an de ew bi xwişka xwe re dikeve dû xeyalê xwe û ji Belçikayê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Bi dîtina welat re hertim bi coş û kelecanek mezin tevlî hemû xebatan dibû. Hemû hevreyên xwe re, di zirûfên herî zehmet de pêşengî dikir. Ew di hemû keliyên jiyana xwe de li ser van xakên piroz ji nûve dayik dibû.Bi herîkina jiyanê re wê xwe ji nû ve diafirand. Ew şervanek û fermandarek heqîqetê bû ku bê rawestan hertim têdikoşiya. Ew li rêbazê xwe yê jiyanê de pir xwezayî û dilnizim bû. Rê hevala me wekî deryayekî ewqas kûr û fireh bû ku di hûndirê xwe de maznahiya fîkrê rêbertî radigirt. Fermandara azadiyê Delîla, di nava jiyanê de fedakar û di şerê xwe de jî fedayî bû.
Di hemû erkên ku wê hildigirt ser milê xwe de teqez serkeftî bû. Berê wê hertim li Rêbertiya azad bû ji vê wê tucara binkeftin ji xwe re qebûl ne dikir. Her tim berê wê hûnandinên fîkrê civaka demokratîk û azad yê Rêber Apo bû. Piştî tekoşînek bê eman ya salên dirêj rêheval Delîla ji qadên çiyayê azad berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Ji ber wê di avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yekbûna hemû Kurdistanê û hemû jinan didît. Demên herî zehmet de wek jinek ciwan berê xwe da van qadan û ala ku Arîn û barînan hilgirtibû ser milê xwe rakir li ber asîmanan. Ji ber di wan deman de xeteriya DAÎŞê li ser Rojavayê Kurdistanê û mirovahiyê hemû xeteriya xwe domdar bû. Ew jî beramberî daîşa ku kesê nedikarî li beramberî wan bisekine bû agirek ji pola. Pengava yekem de DAÎŞ bi giştî hat şekandin. Lê belê ji ber xeteriya daîşê berxwedan rêhevala me jî wek gelek qehremanên me domdarkir. Ew şervanek û fermandarek werek bû ku di gelek operasyonan de cihê xwe girt. Rêhevala me ji Kobanî heya Reqa û Bahozê pakrawanek be rawestan bû. Gelek perwerdeyên ku wek bîrdozik û leşkerî ditinê re hemû danehevên ku ji şer girtî zivirandi bû tarzê jiyana Apogerî. Hevala me di jiyan û şerê xwe de hertim bû xwedî mîrateyên şehîdên me.

Nav û Paşnavê: DELİLA DERSİM
Nav û Paşnavê Rast: NAZAN AĞIRMAN
Navê Dayik : VEHBİYE AKKURT
Navê Bav: ABDURRAHMAN
Dîroka Şehadetê: 11/1/2025
Rawesgeha rehevala me ya lûtkeya berxwedaniyê seda Tişrînê bû. Seda Tişrînê bi yekgirtina gel û şervanan re bû remza şerê gelê şoreşgerî ya hemdemîn. Ji 7 ‘salî heya 70’ sali kesên ku ji bo rumetê, xwe, xwe razandine serkeftinê bûn mifteya deriyê aşitiyê. Rêhevala me bû yek jî berxwedêra bê eman ya seda Tişrinê. Wê bi evîndariya welatê xwe re şer kir. Jina tekoşer di seda Tişrinê de xwe gihand Mêrdina Rengîn. rêhevala me Delîla bi serkeftina berxwedaniyê ve seda Tişrînê heya Mêrdînê bû pira hevgirtinê. Em wek hêzên parastinê ji şehadeta qehremana gelê xwe serbilindin. Em wek rêhevalên wê teqez dikin ku heya em negihejin serkeftina xakên kevnar yên mirovahiyê û Serokê azad em ê dev ji vê tekoşînê bernedin. Em dubare sersaxi ji malbata rêhevala xwe û hemû gelên mezlûm re dixwazin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
15.10.2025









