Azadiya Jin Beşek e ku Ji Azadiya Welat Ne Qut e

10

Du şervanên jin ên ku li Akademiya Şehîd Rojda ya li Reqayê perwerdehiyê dibînin, behsa motîvasyonên xwe yên tevlîbûna akademiyê û dersên ku ew hîn bûne kirin. Her wiha amadebûna xwe ya tevahî ji bo parastina welat û gelê xwe û parastina destkeftiyên şehîdan piştrast kirin.

Leyla Kobanî behsa sedema tevlîbûna xwe kir û got: “Navê min Leyla Kobanî ye. Ez bi şehîdên welat ên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirine bandor bûm û tevlî refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûm.”

Şervana bi nasnav Leyla Kobanî her wiha tekez kir ku armanca wê ew e ku her jin mafê xwe yê azadî û rûmetê bi dest bixe.

Leyla Kobanî wiha lê zêde kir: “Ez ê bihostek ji axa xwe di bin dagirkeriyê de nehêlim û ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzim.” Wê tekez kir ku giringiya azadiya jinan ji azadiya welat ne kêmtir e û ew beşek e ku ji şerê rizgarî û parastinê ne qut e.

Şervana duyem Serhildan Amed jî behsa rihê kûr ê hevaltiyê kir ku di nav şervanên jin de li pêş e û tekez kir ku ev girêdana xurt bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye ku pêkhateyên cûda dike yek û cudahîyên wan ji holê radike. Serhildan Amed di axaftina xwe de got, “Tevî pêkhate û paşxaneyên me yên cûda, em li akademiyê wekî yek malbat dijîn, bêyî ku di navbera me de cudahî hebe. Ev yek hêza me xurt dike û me amadetir dike ku bi hemû hêza xwe welatê xwe biparêzin.” Amed, hêviya xwe ya mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku sembola rûmet û azadiyê ye anî ziman û tekez kir ku ew ji felsefeya wî hêzê digirin da ku rêwîtiya xwe ya ber bi azadî û aştiyê ve bidomînin. Di dawiya axaftinê de, şervanan tekez kirin ku perwerdehiya ku wan wergirtiye, hem leşkerî û hem jî siyasî, wan amade kiriye ku bi hemû hêz û biryardariya xwe welatê xwe biparêzin.

                                                     Navenda Ragihandina YPJ’ê      

                                                                   15.10.2025