Endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin Zîlan Cesûr dibêje:
“Em bawerın ku gel û axê ji hemu gefan biparêzin, û eme bi hemî hêza xwe mafên jin û sivîlan diparêzin.”
Derbarê hebûna hêza a li Dêra Zorê de waha da dîyarkirin: “Hebûna me li vê herêmê wek bersivek ji bo êrîşên ku li Dêra Zorê ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞê ve tên kirin. Hêzên QSD’ê bi tevahî hêza xwe li vir heye, her wiha hêza me YPJ jî. Li herêmê berpirsiyariyeke giran û mezin dikeve ser milê me, ji ber ku herêm hîn jî ji zîhniyeta mêrperest û kaosan dikişîne re rû bi rûye, heman zîhniyet DAIŞ hewil dide li Dêre Zorê xwe ji nû ve zindi û bi hêz bike.
Zîlan Cesûr wiha berdewamkir, “Em, wekî Yekîneyên Parastina Jin, bi wêrekî û azwerîyekî mezin parastina gelê Dêra Zorê dikin, û ji bo parastina sivîlan ji sûc û kiryarên terorîstan têdikoşin. Hebûna me li vir ji bo parastina jinan û gelên vê herêmê ye. Di demên dawî de, li Dêra Zorê gelek teqîn û çalakiyên terorî hatine kirin. bi vê yeke ewlehî û aramiyê civake te hedef girtin. Em baş dizanin ku yên li pişt van kiryaran dikin ne ji Dêra Zorê ne, ji ber ku niha gel bi hêzên QSD re bûne yek û ji bo parastina herêma xwe bi hevre têdikoşin.
Wiha berdewamkir: “Ew kesên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin, bermahiyên şaneyên veşartî yên DAIŞê ne, ku nû ketine tevgerê û dest bi çalakiyan û êrîşan li ser Yekîneyên Parastina Jin û QSD dikin. armanca Hebûna me a li heremê di serî de bersivek e ji bo van gefan û hewildanên DAIŞê yên ji bo ji nû ve rêxistinkirina xwe a li herêmê ye. Em ji bo qutkirina rehên ku rêxistina terorî hewl dide ji nû ve zindî bike, dixebitin ku ji holê rakin.”
Zîlan Cesûr wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Operasyon û çalakiyên ku em pêk tînin di vê çarçoveyê de ne. xelkê Dêra Zorê vê yekê bi dilxweşî pêşwazî dikin. ji ber ku ew jî dizanin ku armanca me ew e emê îdeolojiya DAIŞê ji holê rakin, û pêşî li vegera DAIŞ ê bigirin. Em weke hêzek sereke (YPJ) her tim perwerde dibinin, û em dixebitin ku amedekarîyên hemû operasyonên ku em pêk tînin de em tekez bikin kû refên xwe birêxistin bikin, da ku em karibin jinan û gel herêma xwe biparêzin, û îdeolojiya metîngeh ji holê rakin.”
Navenda Ragihandin YPJ’ê
22.10.2025








