Di Bin Ala Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Jinên Sûrî Ji Bo Azadî, Edalet Û Wekheviyê Dibin Yek

140

Saziyên sivîl û leşkerî yên di nav Rêveberiya Xweser de çalakiyek bi dirûşmeya “Di bin ala Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), jinên Sûrî ji bo azadî, edalet û wekheviyê dibin yek” li dar xistin. Di axaftinên li forûmê de tekezî li ser têkoşîn û biryardariya berdewamiya heta dawiyê hate kirin.

‘Yekîneyên Parastina Jin Ne Tenê Bi Şerê Leşkerî Yê Li Dijî DAÎŞ’ê Ve Sînordar İn’

Di foûm de ji fermandarên YPJ’ê Rewşan Efrîn û Emîra Mihemed amede bûn. Forûm bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir, piştre, yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin, Rewşan Efrîn axivî û wiha got: “Yekîneyên Parastina Jin ne tenê bi şerê leşkerî yê li dijî DAÎŞ’ê ve sînordar in, lê ji wê wêdetir ber bi rizgariya civakî û siyasî ya jinan ji qedexeyên çandî yên ku ji hêla civakên zayenderest ve hatine ferzkirin ve dirêj dibin. Ev yekîne bûne sembola tevgera jinan ku armanc dike di navbera mêr û jinan de di warên cûda yên jiyanê de hevsengiyê bi dest bixe, û jinan hebûn û nasnameya xwe ya beşdarbûnê di warên cûda yên sivîl û leşkerî de îsbat kirine, û tekez kirine ku îrade û biryardarî motîvasyona sereke ye ji bo derbaskirina hemî dijwarîyan û bidestxistina amadebûna pêwîst ji bo xizmetkirin û parastina civakê.”

Jin Stûna Bingehîn A Avakirina Civakê Ne’

Her wiha fermandara YPJ’ê Rewşan Efrîn rola jin di azadkirina civakê de nirxand û wiha destnîşan kir: “Jin stûna bingehîn a avakirina civakê ne û xwedî nasnameya birêvebirina xwe ne, ji ber ku ew ji bo rû bi rûbûna bi dijwarî û gefan û bidestxistina modelek gerdûnî ji bo jinan dixebitin. Em hewl didin ku wekhevî û demokrasiyê pêşve bibin û modelek nû ji bo hêzdarkirina jinan ji sînorkirinên kevneşopî ava bikin, di heman demê de tekez dikin ku beşdarbûna me di hêz û parastinê de pêdivîyek e ji bo misogerkirina ewlehî û parastina civakê.”

Jinên Di Yekîneyên Parastina Jin De Ne Tenê Şervan In, Lê Belê Sembolên Azadî, Wekhevî Û Guhertina Civakî Ne’

Rewşan Efrîn wiha dawî li axafrinên xwe znî: “Jinên di Yekîneyên Parastina Jin de ne tenê şervan in, lê belê sembolên azadî, wekhevî û guhertina civakî ne. Têkoşîna ku em didin ne tenê bi şerê li dijî DAÎŞ’ê ve sînordar bû, lê di heman demê de pêşxistina maf û wekheviya jinan jî di nav xwe de digirt.”

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin, Emîra Mihemed jî axivî û wiha diyar kir: “Yekîneyên me sembola berxwedanê li dijî dijwarî û gefan in, ji ber ku em modelek ji bo jinên ku li hember tundî û neheqiyê li ber xwe didin û xwe û civaka xwe diparêzin. Em hewl didin ku wekheviya zayendî pêş bixin û jinan di hemî waran de, di nav de warên siyasî û leşkerî jî, bi hêz bikin, da ku ew bikaribin bi tevahî beşdarî avakirina pêşerojek çêtir ji bo civakê bibin. Yekîneyên Parastina Jin bûye modelek gerdûnî ji bo jinên ku beşdarî hêzên parastinê dibin, û beşdarî bidestxistina destkeftiyên mezin ji bo jinên li Sûriye û cîhanê bûne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Fermandar Emîra sozdariya xwe da nîşan dan ku ew ê her gav ji bo rizgarkirina hemû jinên bindest û hemî deverên ku hîn jî dagirkirî ne, û ji bo veguherandina Sûriyê welatekî azad, demokratîk û nenavendî, hewl bide.

Çalakî bi dirûşmeyên Jin jiyan azadî ,Şehîd namirin û Bê serok jiyan nabe bi dawî bû.

                                                         Navenda Ragihandin YPJ’ê

                                                                          05.11.2025