Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ), konferansa xwe ya 4’emîn li dar dixe.
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’emîn Konferansa xwe li dar dixe.
Peyama Rêber Abdullah Ocalan a “Erka me tevan ewe ku em bîranîna Gurbetelliyê zindî bihêlin, raman û têkoşîna wê ji nifşên siberojê re veguhêzin. Îro ez carekî din we bi rêz, bêrîkirin û hesret bi bîr tînim. Ronahiya we rêya çapemeniya azad ronî dike” ku di 8’ê Cotmehê de ji Xelatên Gurbetellî Ersoz re şandibû, hat danîn.
Li gel 150 delegeyan, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nivîskarên jin, nûnerên Kongra Star, nûnerên dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), TEV-DEM’ê beşdarî konferansê bûne.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd axaftina vekirinê kir û bixêrhatina beşdaran kir.
Navenda Ragihandin YPJ’ê
08.11.2025












