Bi Şiyara Jin Jiyan Azadîve Ber Bi Şoreşa Ragîhandina Jina Azad

9

Bi diruşmeya ” mezinkirina şoreşa YRJ ê emê bibin dengê şoreşa jin “Yekîtiya Ragîhandina Jin YRJ îro li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna 170 delegeyan, 4’mîn konfiransa xwe li dardixe, ev konferans li Zaningeha Rojava ku dikeve navenda bajêr bi amedebûna endamên YRJ ji herêmên Bakur Rojhilatê Sûrîyê,heman demîde ji bajarê Heleb (Şêxmeqsûd), Partiyên siyasî , Kongra Star û ragîhandina Yekîneyên parastina jin YPJ ê, piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Berdefka Yekîtiya Ragîhandina Jin YRJ ê Arîn Siwêd axaftina xwe kir. Di destpêka axaftina xwe de berxwedana şehîdên rojnemavan yên  jin silav kir, û da diyarkirin ku têkoşîna xurt a YRJ ê di roja meya îro de xwe dispêre ked û berxwedaniya şehîdan. ji ber ku şehîd karîbûn bi fedakarîya xwe bi pênûs û kemereya xwe riya heqîqetê ronî bikin.  Di temamkirina axaftina xwe de Arîn da zanîn ku kiryarên derheqê Jinên li seranserî Sûrî dihatin kirin, Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê weke bertek karîbû rastî û heqîqeta ku hatibû paşguhkirin ji nûve ronî bike. Di nava axaftina xwe de Arîn ta tekezkirin ku pêvajoyek nû hatiye vejandin; ew jî bi saya banga aştî û civaka demokratik ya ku Rêberê enternasyonalîst Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin ne. Bi nûbûna pêvajoyê re erk û têkoşîna YRJ ê zêdetir xortir û girantir bû. Di heman demê de asta tekoşîna wê jî xwe gîhandiye lutkeyê.   Di dawiya axaftina xwe de Arîn da diyarkirin ku ewê bi saya konferansa xwe kêmasî, pirsgirêkên ku derketine bi çareserî dawî bikin ku bikaribin li gor pêvajoyê hê zêdetir bi erk û perpirsyartiya xwe rabin .

Piştî Dîwan hat diyarkirin li ser navê Rêveberiya xweser Îlham Ehmed di despêkirina axaftina xwe de, rewşa Ragîhandin di pêvajoya ku qirîza Sûriyê têde derbas dibe de bi her wiha giştî rewşa herêmê hate nirxandin û wiha berdewam kir: “Rola jin di nava ragihandinê de xwedî girîngîyek gelek mezin û bi wateye, bi taybet di dîroka gelê Kurd a li Bakur Rojhilatê Sûrî û li ser asta Rojhilata Navîne. Ji ber ku îro ragihandina Jin xwedî li doza Jin derdikevin. Dema ku ragîhandin nebe wê Doza Jin nehîhîje armanca xwe. Eger em li dîroka mirovahiyê vegerin, li gorî tekoşîna ku jinan daye meşandin herwiha tevlîbûna Jinan ya nava şoreşê de hertim di milê Ragîhandinê de weke heqîqet ango derxistina rastiyan her kêmahî hatiye dîtin. ango dengê heqîqetê bilind nebûye, ji ber vê yekê her sîstema mêrserdest bandoriya xwe daye ferzkirin. lê belê di rojameyass îro de ragîhandina Jin karîbû biba dengê hemû jinên bindest. Da ku têkoşîna jin bi her awayî were pêşkeşkirin.

Em wek Navenda Ragîhandina YPJ ê soza xwe li hemberî şehîdên Ragîhandina Azad nû dikin. Emê bi tekoşîna YPJ ê û berxwedana gelên têkoşer bigihînin cîhanê û bi felsefeya Jin Jiyan Azadi heqîqatê bişopînin.

                                                            Navenda Ragihandin YPJ’ê

                                                                            08.11.2025