Meclisa Leşkerî ya herêma Firatê bi beşdarbûna bi dehan niştecihên bajêr, malbatên şehîdan û fermandarên Yekîneyên Parastina Jin û Meclisa Leşkerî ya bajarê Reqayê merasîmek bîranînê ji bo şehîdan li dar xist.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, Endama meclisa leşkerî Emîra Mihemed axivî û got: “Tiştê ku biryardarî û girêdana me bi armancên me xurt dike, şehîdên me ne ku rêya rastiyê ji bo me ronî kirin û ji bo parastina ax û gelê xwe canê xwe feda kirin. Îro em bi serbilindî wan bi bîr tînin û piştrast dikin ku em ê têkoşînê bidomînin heta ku em bigihîjin armanc û azadiya xwe.”
Bîranîn û Fedekariya Şehîdan Dê Di Bîra Her Kesî De Bimîne
Piştre,Yek ji Fermandariya yekîneyên parastina jin’’ Stêrk Efrîn, li ser girîngiya hevgirtina civakî axivî û got : “Divê em hemû bi hev re bisekinin da ku rêya şehîdên xwe bidomînin û li hember hemû pêkanînên ku hewl didin me ji bidestxistina azadî û demokrasiyê di civakê de asteng bikin, bisekinin. Em soz didin şehîdên xwe heya hinaseya xwe ya dawî şopa wan bişopînin.”
Yek ji Fermandariya yekîneyên parastina gel, Cemîl Hesen di dawiya axaftinên xwe de piştrast kir ku bîranîna şehîdan û Fedekariya wan dê di hişê her kesî de bimîne û armanca sereke ya avakirina civatek azad û demokratîk ew e ku bigihîjin armancên şehîdan. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Navenda Ragihandin YPJ’ê
16.11.2025










