Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Dijî Jinan Ne Helwesteke Demkî Ye, Lê Pabendbûneke Civakî Ya Demdirêj e

180

Îro, bajarê Kobanê meşek girseyî bi beşdariya tenê mêran lidar xist. Ev meş wekî beşek ji kampanyayeke berfireh a civakî ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan û ji bo tekez kirina girîngiya rola mêran di piştgiriya mafên jinan û avakirina civakek li ser bingeha wekhevî û rêzgirtinê de hat lidarxistin.

‘Avakirina Civakek Ewle Bi Rêzgirtin Û Parastina Mafên Jin Dest Pê Dike’

Meşa ku ji beşên cûda yên civakê beşdariyeke berfireh dît, li çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve çû. Beşdaran pankartên ku tundîtûjiyê bi hemû şêweyên wê şermezar dikirin û banga pêşxistina çanda diyalog û rêzgirtinê di nav civakê de dikirin, hildigirtin. Dema ku gihîştin navenda bajêr , yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya hûndirîn, axivî û got, “Îro, em bi yek dengî dibêjin: Na ji tûndiya li dijî jinan re. Parastina jinan berpirsiyariyeke ku dikeve ser milê me hemûyan e, û avakirina civakek ewle bi rêzgirtin û parastina mafên jin dest pê dike.”

Şîro Kobanî piştrast kir ku Hêzên Ewlekariya hûndirîn jî hewlên xwe ji bo kêmkirina tûndiya li ser bingeha zayendî didomînin, û tekez kir ku hevkariya di navbera hemî saziyan û civakê de ji bo bidestxistina guhertinek rastîn û mayînde pir girîng e.

Meş bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û peyamek zelal bi dawî bû ku redkirina tûndiya li dijî jinan ne tenê helwestek demkî ye, lê pabendbûnek civakî ya demdirêj e. Beşdaran vê helwestê mêran li Kobanî wekî gavek girîng ber bi civakek dadmendtir û demokratîktir ve, civakek ku rûmeta jinan tê parastin û hemî cûreyên cudakarî û tûndiyê têne red kirin, hesibandin.

                                                                      Navenda Ragihandina YPJ’Ê 

20.11.2025